Li Îranê jî erd hejiya

15-10-2023
Nîşan Îran Xuzistan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê erdhejeke bi mezinahiya 5,3 pileyan çêbû.

Li navçeya Ramşîrê ya eyaleta Xuzistanê ya Îranê erdhejeke bi mezinahiya 5,3 pileyan çêbû

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, navenda vê erdhejê bajarokê Muşrageyê yê Ramşîrê bûye.

Herwiha hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 13 kîlometre bûye.

Li aliyên din, heta niha li ser xisarên erdhejê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Îro li rojavayê Efxanistanê jî erdhejeke bi hêza 6,5 pileyan çêbûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst