7 girtiyên siyasî yên Kurd û Îranî ketin greva birçîbûnê

14-02-2020
RÛDAW
Girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê.
Girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Kurd Girtiyên siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, 7 girtiyên siyasî yên Kurd û Îranî yên di zîndanên Urmiye û Tehranê de, dema çend rojan e ku ketine greva birçîbûnê.

Li gor rêxistinên şopandina mafên mirovan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, 4 girtiyên siyasî yên Kurd li zîndana Êvîn a Tehranê dema 13 rojan e ku dest bi grevê kirine, lê guh li daxwaziyên wan nayê girtin.

Wan girtiyên siyasî ragihandine, ku berpirsên zîndanê û herwiha rayedarên desthilata dadweriyê ya Îranê, mafên girtiyên siyasî binpê dikin û bi guvaşa hêzên ewlehiyê, rê li berdana wan digirin,

Bi gotina wan girtiyan, proseya darizandinê û herwiha pêdeçûna bi cezayên wan jî demeke gelek dirêj dibe. Yek ji wan girtiyan, Barzan Mihemedî ye ku xelkê bajarê Sewalava ya parêzgeha Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Barzan Mihemedî di dema xwepêşandanên sala 2017 de hatibû girtin û bi 3 sal û 6 mehan hatibû cezakirin.

Herwiha 2 girtiyên siyasî yên bi navê Beşîr Pîrmawane û Siyamek Eşrefî, nêzîkî 20 rojan e ku li girtîgeha Urmiyê ketine greva birçîbûnê.

Li aliyekê din, parêzer û çalakvanê mafên mirovan, Emîr Salar Dawûdî ku 15 meh e hatiye girtin, di nameyekê de ragihandiye, 4 roj in wî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ew dibêje, mafên girtiyan tên binpêkirin û rê li derketina demkî ya wan ji zîndanê bo dîtina kesûkarên xwe tê girtin.

Emîr Salar Dawûdî herwiha diyar kiriye, rayedarên girtîgeha Urmiyê rê nadin wî ku ew parêzerê xwe û endamên malbata xwe bibîne.

Dawûdî tekez dike, desthilatdarên Îranê li hember canê girtiyên siyasî berpirsyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst