Îranê Ruhullah Zem darve kir

12-12-2020
RÛDAW
Nîşan Ruhullah Zem Îran Amednews
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îranê Ruhullah Zem ku yek ji pêşengên xwepêşandanan bû, darve kir.

Televizyona fermî ya Îranê aşkere kir ku sibeha îro Ruhullah Zem ku yek ji serkirdeyên xwepêşandanên sala 2019 yên Îranê bû hate darvekirin.

Rojnamevan Ruhullah Zem ku bi xwe li Fransayê akincî bû, di payîza sala borî de di operasyonekê de ji aliyê  Supaya Pasdaran ve hate girtin û vegerandin Îranê. 

Herwiha Ruhullah zem di xwepêşandanên sala 2017ê de hate girtin, piştre ku hate azadkirin çûye Malesia û piştre çûya Fransayê û hin nihênî derbarê îşkencekirina girtiyan di zindanên Îranê de aşkere kirin. 

Ruhullah Zem bi “sîxuriya bo Îsraîl û Fransa, hevkariya li gel Amerîka û beşdarî û komkirina zaniyarên nihênî” dihat tohmetbarkirin. 

Dadgeha Îranê meha Hezîranê cezayê darvekirinê bi ser Zem de sepandibû.

Zem di malpera bi navê `Amednews` de wek edîtor kar dikir ku ew malper 2015an hatibû vekirin û di demeke kurt de li ser Telegramê gihîştibû zêdetir ji milyonek şopîneran. Lê piştî 2 salan Îranê ew malper girtibû.

Hikûmeta Îranê Zem, jibilî sîxûriyê herwiha bi rêkxistina xwepêşandanên van salên dawîn jî tohmetbar dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst