Supaya Pasdaran hûrgiliyên êrişa mûşekî aşkere kirin

09-01-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Amerîka Eyn Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran , hûrgiliyên êrişa mûşekî bo ser binkeyên Amerîkayê aşkere kirin û ragihand êrişên mûşekî dê berdewam bikin.

Emîr Hacîzade, Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran di konferanseke rojnamevaniyê de hûrgiliyên êrişa mûşekî ya li ser binkeya Eyn Esed li parêzgeha Enbar a Iraqê aşkere kirin û got, armanca êrişa mûşekî ya wan, kuştina kesê nebû, lê armanc ew bû ku ziyanê bigihînine şiayan serbazî ya Amerîkayê.

Supaya Îranê 13 mûşek ji cûreya Fatîh 313 û Qiyam bikar anîn ku şiyana wan heye bo dûrahiya 500 heta 700 kîlometran.

Derbarê ziyanên wê êrişa mûşekî jî Emîr Hacîzade diyar kir, “Di êrişê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Kuştî û birîndar bi 9 firokeyan bo Îsraîl û Urdinê hatin veguhastin.”

Roja 8ê vê mehê, Îranê bi mûşekan êrişî binkeya serbazî ya Eyn Esed kir ku li parêzgeha Enbarê ye û hêzên Amerîkayêç tê de bicih bûne.

Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran amaje bi wê dike, “Yekem bijardeya me bo tolhildanê binkeya serbazî ya Tacî bû. Lêbelê çend demjimêrek pêş êrişê, me Eyn Eesed hilbijart, ji ber ku hêzên Amerîkî û Iraqê li gel hev di binkeya serbazî ya Tacî de bûn û herwiha ew binke nêzikî Bexda û Kazimiyê bû û tirsa me ji wê hebû ziyan bigihije xelkê medenî.”

Li gor gotinên Hacîzade, di kuştina Qasim Sulêymanî de, binkeyên Tacî li bakurê Bexdayê,  Eyn Esed li Enbarê, Muferî li Urdin û Elî Salmî li Kiwêtê hatin bikaranîn.

Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran herwiha got, “Eger me xwestiba me dikarî 500 kes ji hêzên Amerîkî bikujin û eger Îranê bersiva êrişê daba, me dikarî di nav çend rojan de 5 hezar kes ji hêzên Amerîkî bikujin” û herwiha tekez kir ku ew dê êrişên xwe yên mûşekî bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê berdewam bikin.

Ev gotinên Fermandarê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran di demekê de ye ku Donald Trump, Serokê Amerîkayê, duh di konferanseke rojnamevaniyê de red kir ku ti serbazekî Amerîkî û Iraqî di êrişa mûşekî ya Supaya Pasdaran de hatibin kuştin an jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst