Îran gefa pêkanîna operasyonên bejahî li Herêma Kurdistanê dixwe

08-10-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Gefa Operasyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdarên Îranê gefa encamdana operasyoneke bejahî di nav axa Herêma Kurdistanê de xwar daku herêmê ji komên çekdar ên opozisyonê paqij bike.  Supaya Pasdarên Îranê herwiha îdia dikin ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin sedema gurkirina aloziyên ev çend heftî ne Îran û Rojhilatê Kurdistanê vegirtye piştî ku polîsên exlaqê yên Tehranê keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê kuştin.

Supaya Pasdarên Îranê, bêyî ku navê Herêma Kurdistanê bide li ser hesabê xwe yê twitterê gefa pêkanîna operasyoneke bejahî li dijî wê xwar.

Di peyama xwe de Supaya Pasdarên Îranê dibêje: “Yekîneyên Zirxhî û hêzên taybet ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, eger hinek cîranên me nikaribin terorîstên cudaxwaz, ji navçeyên me yên sinorî dûr bikin û amade ne herêmê heta hetayê ji van şeytanan dûr bixin û rasterast destwerdanê bikin.”

Ev gefa Îranê di demekê de ye ku xwepêşandan û tundûtûjî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di hefteya xwe ya sêyemîn de zêde dibin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, îro li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê di dema xwepêşandanan de, hêzên ewlehiyê gule berdan otomobîlekê û di encamê de şofêrê wê hat kuştin. Hat zanîn ku di xwepêşandanên li Sine de kesekî din jî hatiye kuştin.

Baskê milîs ê Supaya Pasdarên Îranê Besîc di demekê de ku bi tundî bi tepeserkirina tevgera xwepêşandaran re mijûl in, rêveberiya Îranê partiyên Kurdî bi handana xwepêşandanan tawanbar dike.

Ji aliyeke din ve Sererkanê Îranê Mihemed Bagerî pesna hêzên polîs û asayîşê da ji ber tepeserkirina xwepêşanderan û ev xwepêşandan weke “komplo” û “serhildaneke mezin” bi nav kir.

Supaya Pasdaran a Îranê di 24ê Îlonê de ragihandibû ku operasyoneke nû li dijî “rêxistinên dijî Îranê” li nav ava Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Roja 28ê Îlona 2022an jî Supaya Pasdarên Îranê hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kiribû.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 17 kesan canê xwe ji dest dabû û nêzîkî 50 kesan jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst