Li Îranê 2 kes hatin darvekirin

08-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sedrullah Fezlî Zareî Yûsif Mêhrdad Îran Darvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê du kes bi hinceta “şewitandina Quranê” û “sivikatiyê li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed kirine” hatin darvekirin.

Li gorî daxuyaniya Mîzanê weşana fermî ya Desthilata Dadê ya Îranê îro berdestê sibehê du girtiyên bi navên Yûsif Mêhrdad û Sedrullah Fezlî Zareî bi hinceta “şewitandina Quranê” û “sivikatiyê li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed kirine” hatin darvekirin.

Yûsif Mêhrdad yek ji wan kesên ku îro hatibû darvekirin li bajarê Erdebîl ê li bakurê Îranê bi îdiaya “Rêveberê herî kêm 15 grûp û kanalên dijî olî yên bi navên cuda” hatibû girtin.

Girtiyê din Sedrullah Fezlî Zareî jî bi îdiaya ku li ser medya civakî bi rêya hesabên cuda “teşwîqkirina mijarên dijî îslamê, propagandaya li dijî îslamê û sivikatiya li tiştên pîroz” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Sedrullah Fezlî Zareî ku li bajarê Yasucê hatibû girtin, hat îdiakirin ku "rêveberê 20 kom û kanalên ku li dijî Îslamê nivîsan diweşînin e". Her wiha hat ragihandin ku Zareî dîmenên ku Quranê şewitandine li ser medyaya civakî parve kiriye.

Herdu girtiyên ku hatin darvekirin, di sala 2021an de cezayê darvekirinê li wan hatibû birrîn.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Îranê Robert Maley beriya demekê di tweeteke xwe de gotibû “Ez ji egera darvekirina Yûsif Mêhrdad û Sedrullah Fezlî Zareî pir aciz im. Divê Îran îşkencekirina kesên ku mafên xwe yên azadiya olî bi kar tînin rawestîne.”

Berî demekê rêxistinên mafên mirovan hişyarî dabûn ku her du kesên ku ji bo hucreyên yekkesî yên li girtîgeha Arakê hatine veguhestin, dibe ku cezayê darvekirinê bê sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst