Bajarê bi kevir û heriyê hatî çêkirin: Yezd

06-08-2019
RÛDAW
Hejmara nişteciyên bajêr nêzîkî nîv milyon kesî ye
Hejmara nişteciyên bajêr nêzîkî nîv milyon kesî ye
Nîşan Îran Yezd
A+ A-

Bajarê Yezdê  bajarekî dîrokî yê kevn ê Zerdeştiyan e, û li deşteke li navenda Îranê dikeve. Li vî bajarî piraniya kolanan hatine nuxumandin, da ku ji serma û germê parastî bin.

 

Hemû xanî û avahî û bazar û dikanên vî bajarî bi herrî û keviran hatine avakirin. Dema xaniyekî nû ava dikin an nûjen dikin, tenê herrî û keviran bikar tînin.


Rêberê geştyariyê Yezdê Reza Elî Dost dibêje: “Bajarê Yezd bajarekî dîrokî ye. Tevahiya xaniyan bi xiştên herrî û keviran hatine çêkirin. Herwiha hoste û karker jî bi heman awayê kevn, alavên kevn û sade ji bo çêkirina xaniyan bikar tînin û xelkên wê jî her bi şêweya kevn jiyanê derbas dikin.”


Ji ber tengiya kolanên wan, nişteciyên bajarê Yezdê pir kêm otomobîlan bikar tînin. Herwiha da ku sîmayê bajêr têk neçe. Bi piranî bisikletan ji bo serdana bazar û dibistanan û jiyana rojane ya nav bajêr bikar tînin.


Her kesek jî bi geşt serdana wî bajarî bike, şaredarî bisikletekê bi kirê dide wî da ku pê bigere.


Li nav bajêr, muzexaneyeke bi herriyê çêkirî heye, ku kelûpelên kevn ên xelkê bajêr parastiye.


Berpirsê muzexaneyê dibêje: “Li nav vê, eger lê binerin, gelek cureyên çekan û tifingên şer hene ku hemû pir ji kevn de mane. Ev çexmaxê wê ye û ew alî jî cihê mexzena fîşekên qemeyê ye, ha vaye ji nêzîk ve hûn bi xwe jî bibînin.”


Ev bajar wek 12emîn bajarê bi qerebalix ê Îranê tê hejmartin. Hejmara nişteciyên bajêr nêzîkî nîv milyon kesî ye.


Ev bajar di serdema Îskenderê Makedonî de hat avakirin. Dema ku destê xwe danî ser axa Împeratoriya Farsî. Ew bajar bi navê “Yezdan Gerd” bi nav kir, ku tê wateya Bajarê Pîroz. Piştî bajarê Hemedanê, Yezd paytexta duyem a dewleta Sefewiyan bû.


Her sal bi sedan geştyar serdana Îranê dikin û piraniya wan ji bo rojeke tenê be jî serdana bajarê Yezd dikin.


Geştyara Fransî dibêje: “Dema min digot ez ê herim Îranê, hemû xelkê ji min re digot na ne neçe, li Îranê ewlekarî nîne û alozî lê hene. Lê Îran pir ewle ye û xelkên wê pir baş in, ez berê çûme Şîraz û Tehranê û hatime vir. Min Îsfehan û Meşhed jî dîtine. Ez hêvîdar im xelk bên û Îranê bibînin.”


Yek ji karên destî yên bajarê Yezdê, dirûtina laçikeke taybet e, ku jin dideynin ser serên xwe. Hemû xwaringeh û kafê û otelên bajêr bi herriyê hatine çêkirin. Ev jî bala geştyaran bêtir dikişîne.


Çar ciwanên bajarê Yezd in ku ji keç û kuran pêk hatine her yekê  Kurd, Fars, Tirk û Lor e. Bi hev re muzîkê dijenin û stranan dibêjin. Bi vî awayî li kafê û xwaringehan bala mêvanan dikişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst