Agir bi kargeheke Pola ya Îranê ket

06-06-2021
RÛDAW
Sala derbasbûyî ew komelgeha pîşesaziya pola hatibû vekirin
Sala derbasbûyî ew komelgeha pîşesaziya pola hatibû vekirin
Nîşan Amerîka Pîşesaziya Pola Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi kargeheke Pola ya Îranê ket û dengê çend teqînên bihêz li wê kargehê hatin bihêstin.

Serê sibeha îro, agir li kargeha Pola ya Zerend li parêzgeha Kirmanê ket û li gorî medyayên navxweyî, çendîn teqîn di dema şewatê de rû dane.

Qaymeqamê bajarê Zerend Elî Sadiqpûr red dike ku teqîn di wê kargehê de rû dabin û dibêje, bi serdeçûna madeyên pola bûye sedema agir û bêyî ku xesarên canî hebin agir hatiye kontrolkirin, lê ziyanên madî li kargeh û derdora wê ketine.

Tîmên hawarçûn û agirvemirandinê li cihê bûyerê mane ji bo egera serhildana agir yan her bûyereke din di wê komelgeha pîşesaziya pola de.

Ew komelgeha pîşesaziya pola, li ser erdekî 376 hektarî ye û 7 kîlometran li bajarê Zerend yê parêzgeha Kirmanê dûr e.

Sala derbasbûyî ew komelgeha pîşesaziya pola hatibû vekirin, lê di demên dawiyê yên desthilatdariya Trump de, ew komelgeh kete nav lîsta dorpêçên Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst