Di girtîgehên Rojava de 300 çekdarên biyanî yên DAIŞê hene

31-01-2018
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Reqa DAIŞ Girtîgeh
A+ A-

Rûdaw (Hewlêr) – Di dema operasyona rizgarkirina Reqayê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi sedan çekdar û endamên malbatên çekdarên DAIŞê desteser kirin û niha li çend kampan hatine ragirtin. Berpirsên Amerîkayê ji wê yekê nîgeran in ku ew kamp careke din bibin binkeyên xwerêxistinkirina çekdarên DAIŞê û pişt re ew şaşî dubare bibe ku berî çend salan wan li kampên Iraqê kiribûn.


Li gor raporteke rojnameya New York TImesê, îdareya Koşka Spî dest ji wan çekdaran berdaye ku di hundirê çar salên borî de ji 30 welatên cuda berê xwe dane Sûriyê. Piraniya wan çekdarên DAIŞê di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de hatine girtin ku wek paytexta DAIŞê dihat naskirin.


Di dema operasyona kontrolkirina Mûsilê de, hêzên Iraqî hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê girtibûn. Hinek ji wan çekdaran hatin dadgehkirin û biryar derheqê wan de hat dayîn, lê li gor raporta New York Timesê, çekdarên jêr destê hêzên Kurdî yên Sûriyê de rûbirûyê çarenivîseke nediyar bûne, ji ber Rojavayê Kurdistanê ji aliyê navdewletî ve heta niha jî beşek e ji Sûriyê û vêna jî destê dadwerên Rojavayê Kurdistanê girêdaye.




Piraniya welatên Ewropî naxwazin wan çekdarên biyanî werbigirin ku berî niha welatên xwe bicîh hiştine û berê xwe dane Iraq an Sûriyê. Sala borî rayedarên hikûmeta Fransayê ji berpirsên hikûmeta Iraqê re gotin ku bi hîç awayekî Fransiyên nav DAIŞê wernagirin.


Li gor raporeke rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî, di dema operasyona Mûsilê de hêzên taybet ên Fransayê nave 27 çekdarên Fransî dabûn hêzên Iraqî, piştre jî 40 leşkerên hêz taybet şandine daku hevkariya dîtin an jî kuştina wan gumanlêkiriyên Fransî bikin. Hefteya borî jî Dadgeha Iraqê sizayê darvekirînê da jineke Elmanî ya bi esil Mexrîbî bi nave (Lemya K.) ku di operasyona Mûsilê de hatibû girtin.


Dosya çekdarên biyanî yên DAIŞê yek ji wan mijaran e ku hêzên Amerîkî û hêzên Rojava kar li ser dikin. Li gor New York Timesê, Hêza Operasyonên Taybet a Amerîkayê pencemor û biometriyê ji 200 – 300 çekdarên DAIŞê werdigirin ku li kampeke nêzîkê Reqayê desteser in. Piştre lêpirsînê ligel wan dikin daku bikaribin derheqa çekdarên biyanî de zanyariyan werbigirin.


Ezmûna Amerîkiyan ji kampa Boka ya başûrê Iraqê heye ku bi baweriya piraniya pisporan, hêlîna serhildana DAIŞ û grûbên din ên radîkal ser El Qaîdeyê bû. Hejmareke zêde ya serkirdeyên payebilind ên DAIŞê berê li Kampa Boka hatibûn ragirtin, ji wan Ebû Bekir Bexdadî, Muslim Tukmenî, Hacî Bekir û Ebû Mihemed Ednanî ku hemû serkirdeyên DAIŞê bûn. Her vê ezmûnê wiha kiriye ku berpirsên leşkerî yên Amerîkayê bi tirs berê xwe didin mana çekdarên DAIŞê li wan kampên demkî.


Derbarê mijarê de Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Ryan Dillon ji rojnameya Amerîkî re wiha gotiye: “Me berî dîtiya ka çi diqewime, dema grûbeke terorîstan ên perwerdekirî demeke dirêj li cihekî tên desteser kirin. Em naxwazin careke din rûbirûyê belayeke wiha bibin.”


Li gor raporta New York Timesê, îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump, bo çareserkirin pirsa çekdarên biyanî yên DAIŞê û hevkarîkirina dezgehên ewlekariyê yên Rojavayê Kurdistanê ji wezareta derve, berevanî û dadê yên Amerîkayê tîmek pêkaniye. Di heman demê de berpirsên îdareya Amerîkayê dixwazin prose bi awayekî be ku nebe bela ji Washingtonê re. Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê derbarê mijarê de ragihandiye ku ew biyaniyên li Iraq û Sûriyê bo DAIŞê çek hilgirtine û li meydanên şer tên girtin, pêwist nake radestî Hevpeymaniya Navdewletî bên kirin, herwiha ne hewce ye hevpeymanî were agahdarkirin jî.


Rêxistinên mirovî derbarê rewşa kampan de daxwaza agahiyên zêdetir dikin, bi taybetî ew kampên ku jinebî û zarokên çekdarên DAIŞê li wan dimînin. Yek ji wan rêxistinan Xaca Sor a Navdewletî ye û hewl dide xwe bighîne wan kampan.


Rojnamevanê Kurd Arîn Şêxmûs serdana sê kampan kiriye ku li wan girtiyên şer tên ragirtin. Li wan kampan 100 jin û zarok dîtine ku biryar e bo Endonezya, Rûsya û Kazakîstanê bên vegerandin. Berpirsekî Amerîkî jî dibêje ku piraniya kesên li kampekê ji wan dimînin Tûnisî ne.




Berdevkê Hêzên Kurdî yên Rojava Mistefa Balî ligel ku dibêje rewşa kampan li gor standartên navdewletî ye û tekez dike hêzên ewlekariyê yên Rojava pêdagir in li ser cudakirina çekdarên rasteqîne yên DAIŞê ligel welatiyên sivîl ku ji neçarî li dezgahên DAIŞê kar kirine.


Balî wiha dibêje: “Yên destê wan di xwînriştin û şer de hebe radestî dadgehê tên kirin û tên cezakirin. Lê dosya wan kesên çûne nav DAIŞê û li dezgahên sivîl wek tendirûstî û şaredariyan kar kirine, radestî panela navbijîvaniyê tên kirin daku biryarê li ser bide. Di vê proseyê de jî 400 kesên Sûrî hatine azadkirin.”


Parêzer li Dadgeha Bergiriya Gel a Rojavayê Kurdistanê Xalîd Îbrahîm ji rojnameya Amerîkî re gotiye: “Dibe parêzerê hemû gumanbarekî hebe. Biryar piştî çendîn rûniştinên dadgehê tên derxistin û belge tên nîşandan. Ji xeynî vê li Federasyona Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) sizayê darvekirinê nine û bi îşkenceyê gumanbaran neçar nakin ku li tawanên xwe mikur bên.”


40 hezar biyanî çûne nav DAIŞê


Ji destpêka derketina DAIŞê ve nêzîka 40 hezar çekdarên biyanî û malbatên wan ji 120 welatên cîhanê berê xwe dane Sûriye û Iraqê. Ji wê hejmarê 5 hezar Ewropî ne û hezar û 500 ji wan vegeriyane welatên xwe. Bi hezaran ji wan çekdaran li meydanên şer an jî bi bombardimana hêzên hevpeyman hatine kuştin. Berpirsên ewlekariyê yên welatên Rojavayî hişyariya wê yekî didin ku hezar kes ji wan çekdaran çûne Yemen, Lîbya û Filîpîn an jî li Tirkiyê xwe veşartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst