Rojava - MSDê li ser civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriye bertek nîşan da

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Tirkiye Sûriye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî civîna sê alî ya di navbera wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de ku li Moskowê hat lidarxistin, ragihand ku ew ji civînê û encamên wê bi guman in û bang li gelê Sûriyê kir ku lihevkirinên li dijî berjewendiyên xwe red bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em wek MSD bi guman li civîna di navbera wezîrên parastinê yên hikumetên Tirkiyê, Sûriyê de ya bi sponseriya Rûsyayê dinêrin. Em bi tundî xwînrijandina sûriyan ji bo hilbijartinên AKPê û qurbaniya ji bo desthilata Şamê şermezar dikin.”

MSD bang li gelê Sûriyê dike ku li dijî rêkeftina her sê aliyên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê derkevin û lihevkirinên li dijî berjewendiyên xwe red bikin. Derbarê wê yekê de MSD wiha dibêje, “Ji bo wefadariya bi keda şehîdên sûrî, girtî û koçberan re û pabendbûna bi berpirsyariya exlaqî û dîrokî li hember berjewendiyên gelê Sûriyê û redkirinên li dijî hewldanên rejîmên destpot ên astengkirina azadiya gel, em bang li gelê Sûriyê dikin ku lihevkirinên li dijî berjewendiyên xwe red bikin û nebin yên kesên din û divê xwîn û xewna wan nebin alavên bazirganiyê yên aliyên li pey berejwendiyên xwe ketine.”

Meclisa Sûriya Demokratîk tekezî li ser pêwîstiya hevgirtina aliyên Sûrî di qonaxa niha de dike û dibêje, “Pêdiviya qonaxa heyî ya hestiyar ku sûrî tê re derbas dibin, bi hevgirtinê heye da ku hemû nakokiyên xwe ku dijminê gelê Sûriyê li gorî xwe bi kar tîne, derbas bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, “em bang li sûriyên azadîxwaz dikin ku dema pêşeroja welat û xewna azadiya me li ber têkçûyînê be, divê hemû nakokî werin derbaskirin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk destnîşan kiriye ku pêdivî ye gelê Sûriyê li hember hevalbendiya sê alî ya di navbera Tirkiye-Sûriye-Rûsyayê de bisekine û dibêje, “Em wek MSD radigihînin ku mejî, dest û xaka me ji hemû sûriyên azadîxwaz re ye. Tu berjewendî û maf di ser berjewendî û mafê gelê Sûriyê re tune ye. Her wiha em bang dikin ku li hember vê hevalbendiyê bisekinin û hilweşînin. Divê hêzên şoreşger û muxalefet li dijî destpot û firoşkarên xwîna sûriyan bibin yek.”

Pêr Çarşembê 28ê Kanûna 2022an, wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê bo yekemîn car piştî 11 salan li Moskowê bi serpireştiya Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu civiyabûn.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja Çarşembê bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan re çûbû paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê.

Hulusî Akar û Hakan Fîdan li Balafirgeha Vnukovayê ji aliyê rayedarên Rûsyayê, Balyozê Tirkiyê yê li Moskowayê Mehmet Samsar û kesên pêwendîdar ve hatibûn pêşwazîkirin û piştre yekser çûbûn Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê. Li wê derê Akar û Fîdan bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokên îstîxbarata Rûsyayê û Sûriyê re civîneke sê alî pêk anîbûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst