Hilbijartinên Awisturyayê: 'Şans heye ku namzedên Kurd bi ser bikevin'

Duh li 01:10
RÛDAW
Nizar Mûsa bû mêvanê Sîma Abxizirê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nizar Mûsa bû mêvanê Sîma Abxizirê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokê Navenda Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa Awisturya Berîvan Aslan Ç Çeper Haco Hilbijartinên Awisturyayê Partiya Azadiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa diyar kir ku şansê namzedên parlamenteriyê yê Kurd heye ku di Parlamentoya Awisturyayê de wekî parlamenter bên hilbijartin.

29ê Îlonê dê hilbijartinên Parlamentoya Awisturyayê bên kirin.

Li gorî rapirsiyan dengên aliyên rastgir ji dengên aliyên din zêdetir e û li piraniya bajaran dê Partiya Azadiyê ya rastgir a tûndrew serkeftineke mezin bi dest bixe.   

Partiya Azadiyê ya tûndrew di bangeşeya xwe ya hilbijartinê de gelekî cih dide dijberiya penaberan.

Sala 2022yan li Awisturyayê herî kêm 120 hezar penaberan daxwaza penaberiyê kiribû.

Her wiha sala 2023yan 36 hezar penaberan li vî welatî daxwaza penaberiyê kiribû.

Piraniya penaberên diçin Awisturyayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Serokê Navenda Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa bû mevanê Bultena 11an a Rûdawê û pirsên Sîma Abxizire bersivandin.

Niza Mûsa diyar kir ku Navende Kurdî ya Viyanayê piştgiriyê dide namzedên Kurd.

“Hêviyên me yên mezin ji namzedên Kurdan hene”

Nizar Mûsa behsa xebatên yên ji bo hilbijartinan jî kir û wiha axivî:

“Em dixwazin li parlamentoyê nûnerên Kurdan hebin û xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Em ji Kurdan dixwazin di vê hilbijartinê de biçin ser sindoqan û piştgiriyê bidin namzedên Kurdan.

Namzedên Kurd ên parlamenteriyê dikarin nûnertiya Kurdan bikin.

Berê jî çend parlamenterên Kurd ji sala 2023yan heta aniha wekî parlamenter hebûn û wan nûnertiya Kurdan dikir.

Kerê wan li ber çavan bû û dikarîn hinek tiştan biguherin. Nimûne jî hene. Ez dikarim Bêrîvan Aslanê wekî nimûne bibêjim.

Li ser Komkujiya Êzidiyan, Komkujiya Helebceyê, bûyera şehîdkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo proje pêşkêş kirin û hinek ji gihiştin encamê.

Ji Partiya Sosyal Demokrat jî Çeper Haco heye ew jî kesekî jîr û jêhatî ye û hêviyên me yên mezin ji wî jî hene ku karê xwe bi cih bîne û li Kurdên Awisturyayê xwedî derkeve.

Ev jî wîsa dike ku em jî li wan xwedî derkevin û ji wan re bibin alîkar û ji wan re bixebitin.

Em wisa bawer dikin ku şansê namzedên Kurd heye û dikarin di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.”

“Partiya Azadiyê nêzîkî Rûsyayê ye”

Nizar Mûsa di berdewamiya axaftina xwe de behsa bangeşeya Partiya Azadiyê ya rastgir jî kir û wiha got:

“Qeyranên aborî, bihabûna enerjiyê li cihanê û hinek kiryarên penaberan wisa kiriye ku hem li Ewropaye û hem jî li Awisturyayê xelk berê xwe bide partiyên rastgir.

Piştgiriya partiyên rastgir bûye trend û çend sedemên wê hene, hin kiryarên penaberên Sûriye û Efxanistanê bihabûna enerjiyê bandor li ser xelkê kir ku berê xwe ji hikûmeta niha ya ku koalîsyon ava kiriye bidin alî.

Partiya Azadiyê ne tenê li dijî penaberan e, ew li dijî Yekîtiya Ewropayê û polîtîkayên NATOyê ye û nêzîkî Rûsyayê ye.

Ev jî metirsiyeke mezin çêdike, ev jî wisa dike ku ev partî di paşerojê de li dijî xelkê xerîb û yasayan derxe.”

Nizar Mûsa di dawiya axaftina xwe de behsa pêwendiyên Awisturyayê û Kurdan jî kir û amaje bi wê yekê kir ku partiyên Awisturyayê siyaseta xwe ya li hemberî Kuran guheriye.

Li gorî gotina Nizar Mûsa, çûna Serokê Herêma Kurdistanê ya Viyanayê hebûna parlamenterên Kurd di nava partiyên siyasî yên Awisturyayê de nîşaneyên wê guherînê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst