Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Oposizyona Sûriyê ya Danûstandinan, bi beşsariya nûnerekî ENKSê li paytexta Erebistana Siûdiyê bajarê Riyadê civîneke xwe lidar xist û tê de hejmarek dosya gotûbêj kirin.
Rêvebirê Nivîsgeha Medyayî ya Desteya Sûrî ya Danûstandinan ji a Rûdaw re ragihand, ku ev civîneke mehane ya asayî ye û tê de “navçeya aram” û rewşa meydanî li Bakurê Rojavayê Sûriyê, û êrîşên balefirên Rûsiya û hin mijarên din hatine gotûbêj kirin.
Rêveberê Nivîsgeha Medyayî ya Desteya Sûrî ya Danûstandinan û Endamê Desteyê, Ibrahîm Elcibawî, ku di nav civîna Riyadê de, beşdar bû, ji Rûdawê re got: “Rewşa meydanî li Bakur-Rojavayê Sûriyê û êrîşên balefirên hêzên Rûsî, li dijî navçeyên wan deveran, ku hevdem ligel berdewamiya wan êrîşan, proseya siyasî nikare bê destpêkirin û berdewamî û pêketinê bibîne.”
Ibrahîm Elcibawî got: “Di civînê de mijara Navçeya Aram hate gotûbêjkirin, ku niha ew mijar girêdayî danûstandinên Amerîka û Tirkiyê ye, êdî li gorî encamên wan danûstandinan opozisyon wê gavan bavêje.”
Elcibawî nîşan bi wê yekê da, ku Hikûmeta Sûriyê Komîteya Destûrê napejirîne, ji ber ku ew komîte wê li jêr agahî û serperiştiya Neteweyên Yekbûyî be, êdî Şam nikare desthilata xwe tê de, bicih bike û bisepîne.
Rêveberê Nivîsgeha Medyayî ya Desteya Sûrî ya Danûstandinan anî ziman: “Rûsya di destpêkirina proseya siyasî de, ne cidî ye, lê belê iddîa dike ku ew nikare guşarê li ser Hikûmeta Sûriyê dirust bike, di nav de jî dosyeya girtiyan, ku Rûsya behaneyan dide ber xwe, ji bo ku ev dosye neyê vekirin û çareserkirin.”
Di çarçoveya civîna navborî de, Endamê Desteya Sûrî ya Danûstandinan Hewas Xelîl Egîd, ku di nav civîna Riyadê de beşdar bû, ji Rûdawê re ragihand, ku Desteya Danûstandinê, rojên 21 heta 23yê vê mehê, civîna xwa ya asayî, li Riyada paytexta Siûdiyê, lidar xist û di ajandaya karê wê de, hejmarek ji dosyeyan hebûn, ji wan jî: “Raporta Serokatiyê. Pêşhateyên Komîteya Destûrê, Hilbijartin, Rewşa Bakurê Sûriyê, Rewşa Navçeya Aram, Danûstandinên Amerîka û Tirkiyê, Civîna Astana, ku tê pêşbînîkirin, di Tebaxa bê de, bê lidarxistin, Rewşa penaberên sûrî li Tirkiye û Lubnanê.”
Hewas Egîd herwiha got: “ENKSê, li kêleka 6 pêkhateyên din, pêkhateyeke sereke ye di nav Desteya Sûrî ya Danûstandinan de. Ew jî ev in: Îtîlafa Niştimanî,ENKSê, Desteya Tensîq, Platforma Moskoyê, Platforma Qahîreyê, Kesên serbixwe.”
Endamê Desteyê ji Rûdawê re got, Desteya Sûrî ya Danûstandinan erkên wê yên sereke hene, ku girêdayî Proseya Danûstandinê ne, li gorî biryarên navdewletî yên Daxuyaniya Cenêv a 2012an û Biryara 2254.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse