Rêveberiya Xweser bang li welatên Erebî kir

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji welatên Erebî û Neteweyên Yekbûy dike, rola xwe bibînin ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û dibêje, destpêşxeriya wan çarsera herî baş a siyasî ye.

Serokê Desteya Peywendiyên Derve di Rêvebriya Xweser de Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînekê de daxwaz ji welatên Erebî kir ku kar bikin ji bo beşdarîkirina hemû aliyên Sûrî di pêvajoya siyasî ya li Sûriyê de, bi taybet jî Rêveberiya Xweser û baskê wê yê siyasî Encûmena Sûriya Demkoratîk û got, “em dibînin dem hatiye ku welatên Erebî wê rola xwe bilîzin.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Xweser û 4 parêzgehên ku navçeyên wê pêk tînin, xwedî çavkaniyên bihêz ên aborî û leşkerî û bingehên siyasî ne.

Piştî normalbûna peywendiyên Şam û welatên Erebî, Rêveberiya Xweser destpêşxeriyek ragehind, lê heya niha ne Hikûmeta Sûriyê û ne jî welatên Erebî ti bersivek nedane wê destpêşxeriyê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst