Li Başîkê bi mûşekan êrîşî binkeya leşkerî ya Tirkiyê hat kirin

19-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Parêzgarê Neynewayê ragihand, îro bi çar mûşekan binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li sînroê bajarokê Başîkê hat armanckirin.

Rifet Simo, Cîgirê Parêzgarê Neynewayê îro Înê 19ê Mijdara 2021an ji Rûdawê re ragihand, “4 mûşek ber bi binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zêlkan a ser bi nahiyeya Başîkê ve hatine teqandin, lê hêzên Tirkiyê du ji mûşekan xistine xwarê û yên din jî negihîştine armancên xwe.”

Simo diyar kir, “li navçeya Wadî Ugab li aliyê rastê bajarê Mûsilê, ew mûşek ber bi binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîkê ve hatine avêtin û li gor zanyariyan, mûşekek li derdora gundê Cubran ketiye xwarê û yekî din li derdora gundê Baybox ku gundekî Kurdên Şebek e, ketiye xwarê û 2 mûşekên din jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine xistin.”

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê herwiha diyar kir, di êrişa îro de ti zirarên canî nebûne.

Tirkiyê ji sala 2015an ve binkeya xwe ya serbazî li Başîkê bicih kir ku dikeve Deşta Neynewayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst