Şerê Îsraîl û Hizbulaha Libnanê: Xelk ditirse şer mezintir bibe

19-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hefteyek e şer û êrişên Îsraîl û Hizbulaha Libnanê zêde bûye û xelkê li ser sînor ditirse ku şerekî mezin derkeve.

Hizbulaha Libnanê ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve bi awayekî neyekser çepereke şer li hemberî Îsraîlê vekiriye.

Bi destpêkêrina aloziyên Îran û Îsraîlê jî Hizbulaha Libnanê bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê dike û artêşa Îsraîlê jî balafirgehên Libnanê bombebaran dike.

Kiryat Şimoneya li bakurê Îsraîlê ji ber metirsiya mûşekan ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve hatiye valakirin.

Kiryat Şimone dikeve ser sînorê başûrê Libnanê û Hizbulaha Libnanê bi berdewamî wê derê bombebaran dike.

Cîgirê Berpirsê Ewlehiyê ya Kiryat Şimone Ariel Frish li ser êrişan got:

“Em ketine ber êrişeke mûşekî ya berfireh, yek ji mûşekan li vî xaniyî ketiye, ti kes tê de nebû.

Ji ber ku berî hefteyekê me navçeya xwe vala kiribû, eger me vala nekiriba hemû dihatin kuştin.”

Zêdetirî şeş mehan e Hizbulaha Libnanê bi awayekî sînordar bi dron û mûşekan êrişî navçeyên sînorî yên Îsraîlê dike.

23 hezar şêniyên Kiryat Şimoneyê koçberî naverast û başûrê Îsraîlê bûne.

Li başûrê Libnanê li hemberî Kiryat Şimoneyê jî xelk ji derketina şer ditirse.

Li ser dîwarên avahiyan poster û sloganên Tofana Eqsaya Hemasê hatine danîn.

Şêwirmendê berê yê Serokwezîrê Libnanê Khodor Taleb li ser îhtimala derketina şerekî mezin li herêmê got:

“Dibe serêşeke mezin ji bo Îsraîlê, ji ber ku eger şer derkeve dê zêde mezin û berfireh bibe.

Dibe ku bilindahiyên Colan û Yemenê jî li xwe bigire û di bin kontrola ti hêzeke navneteweyî de jî namîne.”

Ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan heta niha li Libnanê 368 kes hatine kuştin û 70 ji wan sivîl in.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji ber êrişên Hizbulaha Libnanê heta niha 10 jê leşker 18 Îsraîlî hatine kuştin.

Aloziya Îran û Îsraîlê

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di êrîşê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin û ji wan 2 general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya dijî konsulxaneya tê wateya êrişa ser axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13ê Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihandibû ku wan êrişî hin hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ya li başûr ketiye.

Medyaya Îsraîlê îdia kiribû ku Kabîneya Şer a Îsraîlê biryar da ku bi awayekî “eşkere û bibandor” bersivê bide êrişa esmanî ya Îranê.

19ê Nîsanê dengê teqînên mezin li bajarê Îsfehanê yê Îranê hatin bihîstin. Çapemeniya Amerîkayê ragihand ku Îsraîlê êrişî Îranê kiriye.

Televîzyona Dewletê ya Îranê jî daxuyand ku sîstema parastinê ya esmanî çalak bûye û wan li Îsfehanê sê dron xistine û ti zerereke wan çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst