Li dijî biryara Trump nûnerên Hemas a Felestînê çûne Amedê!

18-12-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed HUDAPAR Felestîn Urşemî-Quds Hemas Trump
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Partiya Doza Azad HUDAPARê li bajarê Amedê li Qada Îstasyonê, mîtîngeke ku bi hezaran xelk têde beşdar bûn,  ji bo piştgiriya xelkên Filîstînê  û şermezarkirina  biryara Serokê Amrîkayê Donald Trump pêk anî. Di mîtînga girseyî de, ji bilî endam û alîgirên partiya HUDAPARê, herwisa nûnerên rêxistina Hemas a Felestînê jî amade bûn.

 

Partiya Doza Azad HUDAPARê li bajarê Amedê bi dirûşma “ Em xwedî li Qudsê” derdikevin mîtîngeke girseyî li darxist.

 

Mîtînga ku di bin tedbîrên tundên ewlehiya de hate kirin, li qada Îstasyonê ya bajarê Amedê bi tevlîbûna bi hezaran endam û alîgirên HUDAPARê meşiya.

 

Beşdarên ku tevlî çalakiyê bûn bi dirûşm û tekbîran biryara Serokê Amerikayê Trump a derbarê Urşelîm-Qudsê de şermezar kirin û herwisa bertekên xwe li hember İsraîlê anîne ziman.

 

Welatiya bi navê Menîce Abûl ji nava mîtîngê ji Rûdawê re got:“ Em Qudsê nadin kafiran, Quds ya umeta me ye.”

 

Metîn Amat jî got:“ Divê misilman hemû bibin yek û bibin bira.”

 

Welatî Nûreddîn Yilmaz jî diyar kir: “ Doza me doza îslamê ye, ne ya nîjadî ye.”

 

Welatiyeke din jî bi gotina “ Decalê ser rûyê erdê Amrîka û İsraîl in”, nêrîna xwe ji Rûdawê re vegot.

 

Di mîtîngê de mêvanên ji Felestînê jî hazir bûn, berdevkên karûbarên siyasî yê rêxistina Hemasê, Mûîn El Rufaî û Samî Ebû Zuhrî jî di mîtîngê de ji girseya Amedê re axivîn.

 

Berdevkê Hemasê Samî Ebû Zuhrî di axavtina xwe de ragihand: Bi xelkên Amedê re, bi neviyên Selahedînê Eyûbî re,  em îro parastina Qudsa Şerîf (Urşelîm) dikin, derkete holê biryara Serokê Amerîkayê Trump biryareke şaş e û ti misilman bi vê biryarê razî nînin, bila her kes zanibe ku Quds (Urşelîm) bajarê Misilmanên Ereb e.”

 

Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioğlû jî pirsên Rudawê bersivand û got, divê neviyên Selaheddînê Kurdî li doza Filestînê xwedî derkevin.

 

Zekeriya Yapicioğlû ji Rûdawê re got: “ Îro li vê Qada Îstastonê derkete holê ku bajarê Qudsê ne tenê bajarê Ereban e, Quds mirateyê kalê me Selaheddîn e ji me re, Quds bajarê hemû misilmanan e.”

 

Bertekên li dijî biryara Donald Trump a di derbareyên Urşelîmê ango Qudsê de,  ji aliyên îslamiyên Kurdî de raveyên cuda jî bi xwe re peyda dike, Berdevkê Hereketa Azadiyê Ayetûllah Aşîtî jî bi aliyeke din li mijarê dinhêre û dibêje, mijara Qudsê  ji aliyên hîn partî û fraksiyonên cuda ve tê îstîsmar kirin.

 

Berdevkê Hereketa AZADÎyê, Ayetûllah Aşîtî jî ji Rûdawê re diyar kir: “ Mijara Qudsê dewlet û siyasetê ji xwe re kiriye hinceteke siyasî, Dema referandûma Kurdistanê Tirkiyeyê digot emê dergehan bigirin bazirganiyê qut bikin wan birçî bihêlin, ma çima vê ji İsraîlê re nabêjin.”

 

Li Tirkiyeyêû Bakurê Kurdistanê çalakî û protestoyên li hember biryara Trump a ku Urşelimê wek paytextê Îsraîlê naskiribû, berdewam dikin û bi tevahî ev çalakî bi destûra parêzgariya wan bajarên pêk tê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst