Wezîrê Îsraîlî: Kurd duyemîn netewe ne lê di rêveberiyê de para wan nîne

16-07-2017
HUSÊN OMAR
Nîşan Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Evîgdor Sûriye Demografî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Evîgdor Lîberman ragihand, ku pirsgirêka Sûriyeyê ya sereke û bingehîn, pirsgirêka demografî ye.

 

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Evîgdor ji rojnameya Komersent a Rûsî re diaxivî û got: “Elewiyên, ku ji salên 1970 yan ve li Sûriyeyê hikûm dikin, tenê ji sedî 13ê ji nişteciyên Sûriyê ne. Ji sedî 64ê nişteciyên Sûriyê ji mezheba sunne ne.

 

Wezîrê Îsraîlî, ku ji baskê tundajo ya hikûmeta Binyamîn Netenyaho tê hejmartin, behsa kurdan li Sûriyê kir û diyar kir, ku kurd wekî hejmar pêkhateya duyem in li Sûriyê lê nûnertiya wan di desthilata Sûriyê de bi qasê durziyan jî tune ye.

 

Wezîrê Berevaniya Îsralê her wiha got: “Heta desthilata Sûriyê nûnertiya hemû mozayika demografî ya Sûriyê neke, aramî li Sûriyê peyda nabe û êdî kes vê rewşa heyî napejirîne. Ji ber vê rewşê hikûmeteke rewa li Sûriyê nîne.”

 

Wezîrê îsraîlî aşkere kir, ku berpirsên Îsraîl, Amerîka û Rûsyayê dê derbarê rêkeftina Amerîka û Rûsyayê ya li ser “deverên aram” li rojavayê başûrê Sûriyê, bicivin.

 

Lîberman da zanîn, civînên her sê welatan dê li Viyena ya paytexta Nemsayê bêne lidarxistin û anî ziman, ku heger hûrgiliyên wê rêkeftinê bi dilê Îsraîlê be, welatê wî dê bi xurtî piştgiriya wê bike.

 

Wezîrê îsraîlî dema lidarxistina wan civînan aşkere nekir lê tekez kir, ku welatê wî bi ti awayî qebûl nake ku Îran li başûrê Sûriyê cih bigire û bihêz bibe.

 

Di civîna G20 a li bajarê Hambûrga Almanyayê de her Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser agirbestekê li 3 parêzgehên başûr û başûrê rojavayê Sûriyê li hev kiribûn. Agirbest niha berdewam e û xwegirtî ye lê heta niha hûrgiliyên mekanîzmayên wê bi temamî nehatine pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst