Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî PYD tawanbar dike

13-10-2015
RÛDAW
Nîşan YPG PYD Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Rêxîstina Efûyê ya Naneteweyî Anmesty International) îdia kir ku (Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tawanbar dike ku wan herêmên ereb û tirkmanan li Sûriyeyê xirab kirine.

 

Rêxistinê Efûyê ya Navneteweyî derbarê lêkolînên havîna par li 14 gundan pêkanîn de raporek belav kir. Di raporê de dîmenên satelitê û gotinên şahidên ereb û tirkman jî cih girtiye.

Di raporê de hat îdiakirn ku di hezîrana 2014an de gundekî ku 225 mal lê hebûn û di nav salekî de ji sedî 94 hatiye wêrankirin û di hezîrana 2015an de bi tenê 14 avahî li wî gundî mane.

Herwiha di raporê de hatiye destnîşan kirin, hîn sivîlan gotine, herêman wan rastî êrişên asmanî yên koalîsyona navneteweyî ya ku serkêşiya wê Amerîka dike hatine û YPGê jî gef li wan xwarine.

Li gorî îdiayên Rêxîstina Efûyê ya Naneteweyî Anmestyê, YPG niştecihên herêmê bi vê yekê tawanbar kiriye ku piştgiriya DAIŞê dikin.

Di fîlmekî a rêxistinê de ya li ser rewşa mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê, berevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî tê nîşandan.

Rêdur Xelîl ji rêxistinê re diyar dike ku siyaseteke wan ya derbiderkirina xelkê tine, lê ji ber pevçûnên çekdarî carinan pêwîst dibe ku xelk ji eniyên şer bên dûrxistin, ew jî ji bo parastia wan.

Di raporê de wiha hat gotin “Her çiqas tesîra pevçûnan li hin gundan çênebe jî gundî bizorê tên koçberkirin û ev jî hiqûqa navneteweyî binpêkirin e."

Şêwirmenda Qeyranê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Lama Fakîhê jî wiha got: "YPG di desthilatiya xwe de bedkariyê dike û hiqûq navneteweyî bin pê dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst