Amnesty: %80yê Reqayê wêran bûye û 30 hezar xanî bi tevahî hatine rûxandin

12-10-2018
RÛDAW
Nîşan Reqa Amnesty Xanî Rûxandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxistina Efû ya Navdewletî ragihandin, ku 2 hezar û 521 term di bin darûberên xaniyên li Reqayê de hatin dîtin û li gorî lêkolîna wan piraniya wan terman yên kesên sivîl in û ji ber êrîşên asîmanî yên hevpeymaniyê jiyana xwe ji dest daye.

 

Rêkxistina Efû ya Navdewletî (Amnesty) raportek belav kir û di wê raportê de got: “%80yê bajarê Reqayê wêran bûye û 30 hezar xaniyên wê bi tevahî hatine rûxandin. 25 hezar xaniyên din jî ji aliyê beşekê ve wêran bûne. Bajarekî wiha ye, ku termên di bi erdê de zêdetirin ji wî xelkê niha li wir dijî.”

 

Rêkxistina Amnesty herwiha da zanîn: “Hinek cih hene ku bi hezaran kes têde binax bûne. Em li gel tîma kifşa terman axivîn, karê kolandinê dikin ji bo dîtina terman. Beriya du rojan 2 hezar 521 term hatin dîtin. Ev hejmar jî rojane zêde dibe. Me serdana şûneke ji wan kir ku ewên kar li wir dikirin di her xulekekê de termek ji bin erdê derdixistin. Li gorî texmînên wan nêzikî 3 hezar termên din, ger zêdetir nebin, li wir mane ku werin derxistin.”

 

Li gor raporta Amnesty piraniya kuştiyan sivîl in û ew rêkxistin dibêje: “Ew di wê baweriyê de ne, ku piraniya wan sivîl in û piraniya wan sivîlan jî ji ber êrîşên asîmanî yên hevpemaniyê jiyana xwe ji dest daye.”

 

Rêkxistinê da xuyakirin, ku ew proseya niha li ser lêkolînê dikin, bi taybet jî di wê  dema azadkirina Reqayê de, tîmên wa li herêmê kar kirine û wê demê êrîşên asîmanî yên hevpeymaniyê ji taxekê bo taxeke din hatiye dokumanterkirin û wan li gel sedan kesan axiviye, ku wan hemûyan jî malbatên xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst