Ligel Dilbixwîn Dara taxa Şêx Meqsûd a Helebê nas bike

10-04-2022
RÛDAW
Dilbixwîn Dara di vê infografîkê de hin zanyariyan li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û dorpêça wê dawiyê ya li ser taxê pêşkêş dike.
Dilbixwîn Dara di vê infografîkê de hin zanyariyan li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û dorpêça wê dawiyê ya li ser taxê pêşkêş dike.
Nîşan Heleb Kurd Taxa Şêx Meqsûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêx Meqsûd mezintirîn taxa Kurdan li bajarê Helebê ye û piraniya Kurdên ku li wir dimînin ji Efrîn û Kobanî ne. Kontrola taxê niha di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û dema 6 rojan e ku ji aliyê hêzên Hikûemta Sûriyê ve bi dijwarî hatiye dorpêçkirin.

Du rêbendên sereke yên taxa Şêx Meqsûd hene, û rêbendek jî li taxa Eşrefiyê ye.

Rêbenda ku têre xwarin derbasî Şêx Meqsûd dibe navê wê El-Cezîre ye, rêbenda din jî Ewarid e. Herdu rêbend jî di destê hikûmetê de ne.

Dema 6 rojan e ku ew rêbend ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve bi temamî hatine girtin û xwarin têre derbas nabe.

Berî şerê Sûriyê nêzîkî 600,000 Kurd li bajarê Helebê diman ku piranî li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dijiyan, lê ji ber şerê navxweyî hejmarek ji wan koçber bûne.

Piraniya partiyên Rojavayê Kurdistanê li wê taxa mezin karê siyasî kirine.

Di dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê de, şerekî mezin li wê taxê çê bû, hinek grûpên çekdar ên weke Cebhet El-Nusre dest danîn ser beşekî taxê û beşek jî kete destê hêzên hikûmeta Sûriyê, lê paşê taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiye ya Helebê ketin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Niha taxa Şêx Meqsûd di bin destê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de ye

Li hember dorpêça hêzên Hikûmeta Sûriyê bo ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê, Hêzên Asayişê Firina Beis a hikûmetê li taxa Siyahî ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye bi 4 otomobîlên leşkerî yên ji corê Hummer dorpêç kirine, lê hîn ew firin karê xwe dike.

Ew firina ser bi Hikûmeta Sûriyê li nêzîkî navenda Ciwanên Şoreşger û Stadyuma Qamişloyê ye.

Beriya niha gelek gazin ji wê firinê hatibû kirin ku nan nadin xelkê û didin kesên ku li ser besteyan bi pereyên zêde difroşin.

Li Qamişlo 3 navçe di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ne, ew jî Deriyê Sînorî yê bi Tirkiyê re, Balafirgaha Qamişlo û hejmareke gundên erebnişîn li başûrê bajêr in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst