Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li dijî DAIŞê şer dikin bi êrîşan re rû bi rû ne û divê ew bên parastin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
Gideon Saar tekez kir ku divê Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji êrişên komên çekdar ên tundrew bên parastin.
Saar di peyama xwe de wiha got:
“Îro ez bi hevalê xwe Wezîrê Karên Derve yê Çekyayê JanLipavsky re axivîm.
Me bûyer û rewşa li Sûriyeyê gotûbêj kir. Min tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiya Kurdên li Sûriyê kir ji ber ku ew hîn jî rastî êrişan tên.
Kurdan bi lehengî li dijî DAIŞê şer kir û divê civaka navneteweyî wan ji êrişên Îslamiyên tundrew biparêze.”
I spoke today with my friend @JanLipavsky, the Czech Minister of Foreign Affairs. We discussed the events and the situation in Syria. I emphasized the need to ensure the safety of the Kurdish minority in Syria, who are still facing attacks. The Kurds fought bravely against ISIS…
— Gideon Sa'ar | גדעון סער (@gidonsaar) December 8, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse