Îsraîlê daxwaza Tirkiyeyê red kir: Hakan Fîdan bersiv da

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Çermik Zarok Bîra Avê Hakan Fîdan Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê xwest ku bi rêya asmanî di ser Urdunê re alîkariyê bişîne Xezeyê lê Îsraîlê ev daxwaz red kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser vê redkirina Îsraîlê got, “Em dê ji bo vê rewşê tedbîrên nû wergirin."

Hakan Fîdan li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, derbarê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û alîkariyên ji bo Xezeyê tên şandin daxuyanî da.

Fîdan diyar kir ku Tirkiyeyê bi rêya behrê û asmanî heta niha ji 42 tonan zêdetir alîkarî ji Misrê re şand ku bigihînin Xezeyê.

Bi gotina Fîdan keştiya 9emîn a alîkariyê jî di rê de ye û ragihand ku ev heyamek e di ser Urdunê re jî bi rêya pereşûtan alîkarî tê şandin.

Fîdan destnîşan kir ku Tirkiyeyê jî xwest ku bi balafirên kargoyê tevlî alîkariyan bibin û got:

“Urdunê jî ev daxwaz erê kir lê me îro zanî ku Îsraîlê ev daxwaza me red kiriye.”

“Em dê ji bo vê rewşê tedbîrên nû wergirin"

Fîdan derbarê redkirina Îsraîlê de wiha got:

"Îsraîl nahêle ku em alîkariyê ji Xezeyiyan re bişînin. Behaneya vê yekê nîne.

Ji ber vê yekê me biryar da ku em ji bo vê rewşê tedbîrên nû wergirin."

Herwiha Fîdan diyar kir ku ev tedbîr ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatin pesendkirin û saziyên têkildar dê wan tedbîran gav bi gav bicih bikin.

“Tedbîrên me dê berdewam bikin”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di heman demê de got:

"Heta ku Îsraîl agirbestê îlan neke û destûrê nede ku alîkariyên mirovî bigihêjin Xezeyê, ev tedbîrên me dê berdewam bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst