Li Meletiyê zarokek ket bîra avê û xeniqî

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Çermik Zarok Bîra Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermikê ya Meletiyê zarokek ket bîra avê û canê xwe ji dest da.

Li Taxa Tecdeyê ya navçeya Çirmikê, zarokekî 7 salî yê bi navê A.C. dema bi hevalên xwe re dileyîst lingê wî şemitî û ket bîra avê ya di nav hewşa malê de.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û prastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên prastina sivîlan zarokê 7 salî ji bîrê derxist.

Tîmên tenduristiyê bi ambulansê ew zarok veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Lê tevî hemû hewldanên bijîşkî zarokê 7 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst