Îsmaîl Haniye, bû Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê

06-05-2017
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsmaîl Haniye serok
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îsmaîl Haniye weke Serokê Nû yê Buroya Siyasî ya Hemasê hate hilbijartin.

 

Di navbera Xezze û paytexta Qeterê bajarê Dewheyê de bi rêya sîstema “vîdeo konferansê”hilbijartin hate pêkanîn û li gor hilbijartinê Îsmaîl Haniye bû Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê.

 

Hilbijartin di navbera Mûsa Ebû Merzûq, Muhemed Nîzal û Îsmaîl Haniye de hate pêkanîn.

 

Îsmaîl Haniye ji sala 2013an ve weke Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Xalid Meşal erkdar bû.

 

Ji ber ku Xalid Meşal, bû du car Serokê Buroya Siyasî ye, nikare were hilbijartin.

 

Li gor agahiyan, ji ber “hincetên ewlehiyê” tê payîn ku Serokê Nû yê Hemasê Îsmaîl Haniye li derveyî Xezzeyê niştecih be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst