Urdun: Koçberên Sûriyeyî ji ber kêmkirina alîkariyan rojên xirab derbas dikin

05-08-2023
Loloxan
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Urdin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûriyeyî yên ku li Urdunê dijîn ji ber qutbûna alîkariyan rojên xirab derbas dikin.

Koçbera Sûriyeyî Bedre û zarokên xwe ji bo ku alîkariyê wergirin çûne ofîsa projeya çaksaziyê ya li Emmanê.

Piştî ku Programa Xorakê ya Cîhanî piraniya alîkariyan wan qut kir, derd û êşên Koçberên Sûriyeyî yên li Urdunê zêdetir bûn.

"Alîkarî ji me re dahatek bûn lê alikariyên me qut kirin"

Koçbera Sûriyeyî ya ku li Urdunê dijî Bedre Ebdellahê got:

“Bi rastî, ez û dayika xwe giriyan. Alîkarî ji me re dahatek bûn lê alikariyên me qut kirin. Ji 2015an û heta 2018an me tiştek wernegirtibû. Ji 2018an û heta îro me mûçe û alîkariyên xwarinê werdigirtin. Ez li karekî digerim, kar nîne.

Zarokên min biçûk in, malxwe nîne. Em hawara xwe digihînin Programa Xorakê ya Cîhanî, bila me bibînin. Bila bên rewşa me bibînin. Dayika min nexweş e, zarokên min hewcedar in, tenê xelk alîkariya min dike, ez debara du malbatan dikim: Zarokên min, dayik û xwişka min.”

Programa Xorakê ya Cîhanî tîrmaha borî ragihand ku dê alîkariyên xwe yên ji bo 50 hezar koçberên Sûriyeyî yên li Urdunê kêm bike.

Sêşema borî alîkariyên darayî yên 120 hezar koçberên Sûriyeyî yên li kampên Zaaterî û Ezreqê yên li Urdunê hatin kêmkirin.

“Me mehane xwarin dida nêzîkî 200 heta 250 malbatî”

Beşa alîkariyên hawarçûnê ya li CRPyê Sozan Debdûbê anî ziman:

“Em li CRP, xwarina mehane pêşkêşî nêzîkî 200 heta 250 malbatî dikin. Berê ev hejmar zêde bû. Em her meh diçûne malan û me rewşa malbatan dinirxand û xwarin pêşkêşî wan dikir.

Niha û ji ber kêmbûna alîkariyê, programên mehane û nîv mehane bi dawî bûn, tenê yên xwarinê ji bo çend malbatên cuda bi awayê mehane tên pêkêşkirin.”

Hikûmeta Urdunê jî hişyarî da Neteweyên Yekbûyî û aliyên peywendîdar ku ew êdî ji niha û pê ve bêyî alîkariyên navdewletî nikare barê koçberên Sûriyeyî hilgire.

“Me her tişt ji bo birayên xwe yên Sûriyeyî kir”

Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî hişyarî da û anî ziman:

“Eger civaka navdewletî bi berpirsyariya xwe ranebe, em êdî dikarin xizmetguzariyên pêwîst pêşkeşî koçberan bikin daku karibin baş bijîn. Ji bo dabînkirina jiyaneke baş ji koçberan re berpirsyariyeke hevbeş divê.

Me her tişt ji bo 1,3 milyon birayên xwe yên koçber yên Sûriyeyî  pêşkêş kir heta karibin jiyaneke baş bijîn lê qutkirina alîkariyan ji aliyê ajansên Neteweyên Yekbûyî yên wekî Programa Xorakê ya Cîhanî wê derd û êşên koçberan zêdetir bike.”

Berî niha 465 hezar koçberên Sûriyeyî yên li Urdunê alîkariyên mehane ji Programa Xorakê ya Cîhanî werdigirtin lê ji niha û pê ve dê tenê ji sedî  25ê vê hejmarê alîkariyan wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst