Erebistanê êrişa mûşekî ya Hûsiyan têk bir

05-01-2018
RÛDAW
Nîşan Erebistan Mûşek Yemen Têkbirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Erebistana Siûdî êrişa mûşeka balîstîk a ji Yemenê, têk bir.

 

Kanala dewletê ya Erebistana Siûdî ragihand, mûşekeke balîstîk a ku ji Yemenê ber bi Erebistanê hatiye avêtin, li esmanê sînorê bajarê Necranê hatiye têkbirin.

 

Li gor nûçeya El Mesîre ku bi ser Hûsiyên Yemenê ye, yekîneyên mûşekan ên Yemenê li dijî armanceke Erebistanê mûşekeke balîstîk ceribandine û bi ser ketine.

 

Duh 4ê Çileya 2018an Navenda Ragihandinê ya Herêma Pêncemîn a Leşkerî ya bi ser Artêşa Yemenê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku “Sala par li bereyên Herd û Mîdiyê yên li Hecceyê, 1739 Hûsî mirin ku 147ê wan di pileya fermandariyê de bûn û 3 hezar û 150 Hûsî jî birîndar bûn û herwiha 14ê wan jî dîl hatin girtin”.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku hêzên hevpeymaniya bi pêşengiya Erebistanê, 223 pêwîstiyên leşkerî, 86 depoyên çekan û 3 keştî ji nav birine û Artêşa Yemenê çar deverên li rojavayê Herdê û hin deverên rojhilatê Mîdiyê kontrol kirine.

 

Hêzên Şîe yên bi navê Hûsî ku ji Îranê piştgirî digrin, li Yemenê li dijî hikûmetê rabûn û gelek deveran xistin bin kontrola xwe. Herwiha ji sala 2014an ve paytexta Yemenê bajarê Sen'a û hin herêmên din di bin kontrola wan de ne.

 

Hevpeymaniya ku bi pêşengiya Erebistana Siûdî ve hatiye pêkanîn jî, ji Adara 2015an ve, piştgirî dide hikûmeta Yemenê.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst