Artêşa Îsraîlê: Me mala Rêberê Hemasê bombebaran kir

16-11-2023
Nîşan Îsraîl Xeze Bombebaran Îsmaîl Haniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku wan mala Rêberê Hemasê Îsmaîl Haniye bombebaran kiriye.

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Îsraîlê jî bersiv da van êrişên Hemasê û ev 41 roj in ku Xezeyê bê navber bombebaran dike.

Herî dawiyê, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser hesabê xwe yê Xê dîmenên hinek bombebaranan parve kirin.

Daniel Hagari di vê parvekirina xwe de da zanîn ku wan mala Rêberê Hemasê Îsmaîl Haniye ji hewayê ve kiriye armanc.

Daniel got, “Carinan rêvebirên payebilind ên Hemasê li vê malê dicivin.”

Li gorî çavkaniyên li Xezeyê, Îsmaîl Haniye dema vê êrişê ne li Xezeyê bûye.

Li aliyê din, Hejmara Filistîniyên ku li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê hatin kuştin gihişt 11 hezar û 500î.

Herwiha heta niha di êrişên Hemas û grûpên din ên ku piştgiriyê didin Hemasê de, tevlî leşkeran herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst