Lubnanê navê qurbaniyê herî biçûk ê teqîna Beyrûtê ‘ji bo ku tezmînatê nede’ tomar nekiriye

04-08-2023
Loloxan
Malbata Quseyê ku di teqîna Beyrûtê de canê xwe ji dest da
Malbata Quseyê ku di teqîna Beyrûtê de canê xwe ji dest da
Nîşan Teqîna Bendera Beyrûtê Tezmînat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Lubnanê navê Quseyê 5 mehî nexistiye nav lîsteya qurbaniyên teqîna Beyrûtê.

Sara Casim Mihemeda koçbera Sûriyeyî, dayika qurbaniyê herî biçûk ê teqîna Bendera Beyrûtê ya havîna 2020î ye.

Sarayê di teqîna Beyrûtê de zarokê xwe yê şîrxwir Quseyê 5 mehî li nexweşxaneyê ji dest dabû lê Hikûmeta Lubnanê zarokê Sûriyeyî wek qurbanî nexistiye nav lîsteya qurbaniyan.

“Hûn çima vê zulmê dikin?”

Dayika Qusey Sara Casim Mihemedê diyar kir ku wan girîngî neda kurê wê û got:

“Ew nexistin lîsteya şehîdên nexweşxaneyê. Min ji wan re got çima hûn vê zulmê dikin? Piştî hemû wan tiştên ku hatine serê kurê min û canê xwe ji dest da, hûn wî naxin lîsteya şehîdan jî.

Ji bo ku min pere nedan wan nasnameya min li min venegerandin.”

Bi nêrîna bav û dayika Qusey, berpirsên Lubnanê ji ber ku ew koçberên Sûriyeyî ne û daku tezmînatê nedine wan, zarokê wan nexistiye lîsteya qurbaniyan. Çalakvanên Lubnanî jî dibêjin ev yek nijadperestî ye.

“Em hemû mirin”

Bavê Qusey, Fadî Remedan jî li ser nenivîsandina navê kurê xwe anî ziman:

“Heger me dît zilamek dimire û min û te ew veguhest nexweşxaneyê. Di rê de me qeza kir û em her sê mirin, wê gavê dê çi bibêjin?

Em her du di qezayê de mirin û zilamê nexweş di qezayê de nemir? Lê bi rastî em hemû di qezayê de mirin.”

220 kes mirin, 6 hezar kes jî birîndar bûn

4ê Tebaxa 2020an Bendera Beyrûtê teqiya û di encamê de nêzîkî 220 kesî canê xwe ji dest da û 6 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gor Tevgera Rûbirûbûna Nijadperestiyê ya Lubnanê di nav miriyên teqîna Beyrûtê de 76 welatiyên ne ji Lubnanê jî hene û 52 ji wan Sûriyeyî ne ku Hikûmeta Lubnanê ew nexistine lîsteya qurbaniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst