Cilên li Bedlîsê tên dirûn bo Ewropa tên hinardekirin

10-09-2021
RÛDAW
Di vê kargehê de 200 kes dixebitin
Di vê kargehê de 200 kes dixebitin
Nîşan Bedlîs Ewropa Kargeha Cilûberga
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kargeha dûrûna cilûbergan a li Devera Pîşesaziyê ya parêzgeha Bedlîse ya Bakurê Kurdistanê li ser rûberê 10 hezar metreçargoşeyên erd hatiye avakirin û têde cilûbergên beşeke markeyên cîhanî û navxweyî tên çêkirin.

Fatih Teker Endezyerê Tekstilê, Damezrînerê Kargehê, dibêje, “Em hem ji bo markeyên navxwe û hem jî ji bo markeyên cîhanî cilan çêdikin. Bi giştî em ji bo markeyên derveyî welat çêdikin. Berhemên ku li vir çêkirina wan temam dibe, bi kargoyê yan jî bi barhilgiran bo derveyî welat tên hinardekirin.”

Ji ber belavbûna virûsa Coronayê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, beşeke zêde ya karmendan bê kar man û vegeriyan bajêrên xwe. Xwediyê vê kargehê jî dibêje, ji ber vê yekê ew li Bedlîsê di peydakirina karmendan de rûbrûyî pirsgirêkan nabin û  beşeke zêde ya karmendên ku dixwazin di kargehê de bixebitin hene.

Fatih Teker Endezyerê Tekstilê, Damezrînerê Kargehê, dibêje, “Ji ber şewbê koçeke cidî bo ya xelkê bo cihûwarên xwe destpê kiriye. Ji ber vê yekê em di peydakrina karmendan de rûbrûyî pirsgirêkan nabin. Em dixwazin ku hemû wan kesên ku dixwazin bixebitin werbigirin û kesên ku dikarin makîneyan bikar bînin, rasterast dest bi kar bikin û yên nizanin jî fêr bikin. Piştî fêrkirinê ew jî dest bi kar bikin. Ti pirsgirêka me di peydakirina karmendan de nîn e, gelek kes ji bo ku bixebitin serlêdanê dikin.”

Di vê kargehê de 200 kes dixebitin û cilên ku bi destên wan tên çêkirin bo welatên weke Spanya, Brîtanya, Îtalya û çendîn welatên din yên Ewropa tên hinardekirin.

Li gor zanyariyên xwediyê kargehê endezyarê Tekstilê Fatih Teker, li parêzgeha Bedlîsê kerta tekstîlê pêş ve diçe û li seranserî wê parêzgehê, derdora 5 hezar kes di wê kertê de kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst