Germavên Çermûga Amedê bûne navendên geştyariyê

03-02-2024
Abdulselam Akinci
Salane bi hezaran geştyar diçib germavên Çermûgê
Salane bi hezaran geştyar diçib germavên Çermûgê
Nîşan Amed Germav Çermûg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Çermûgê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber germavên xwe yên dîrokî û navdar, bûye navenda geştyarên biyanî û xwecihî.

Germav 90 kîlometir li rojavayê bakûr yê Amedê, di nava bajarokê Çermûgê de ne.

Li gorî dîroknas û efsaneyan, sed sal beriya ku dînê Îslamî were Amedê, ew germav hatine keşifkirin û yekem hemama germavan jî di wan serdeman de hatiye çêkirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Bulbul got:

“Salê carekê be jî ez têm vir. Ava Çermûgê aveka gelekî baş e. Ji herkesî re pêşniyar dikim.”

Karkerê hemamê Evdilqadir Arten diyar kir ku li germavan saûna, jora wê, jora hilmê, otêl hene.

Karmendê tenduristiyê Cemal Mujde jî wiha got, “Em û zarokên xwe tev hatine. Gelekî xweş e.”

Li gorî encama lêkolînên tenduristiyê yên li ser germavên Çermûgê hatine kirin piştî germavên Îtalyayê bi 48 pile germahî û bi taybetmendiyên ava xwe, di asta cîhanê de di rêza duyemîn de ye.

Şaredarê Navçeya Çermûgê Şehmus Karamehmetoglu got:

“Niha di salekî de mêvanên ku tên germavên şaredariyê 192 hezar kes in. 3 heb jî germavên ku otêl li ser in hene, tevî wan salane 500 hezar mêvan ji bo germavan tên Çermûgê.”

“Ava Çermûgê ji gelek nexweşiyan re baş e”

Li Çermûgê girêdayî geştyariya germavan, biçûk û mezin 37 otêl hatine çêkirin ku dikarin zêdetirî hezar ê 200 mêvanî bihewînin.

Li navçê yek ji mezintirîn cih jî otêla Termal Grandpark e.

Lêkoler Nivîskar Hemdûllah Îşik got:

“Nêzîkî 50 -100 hezar mirov tên otêla Termal. Ên ji bo kêyfê tên ên ji bo nexweşîyê tên hene. Ji ber ku ava Çermûgê ji gelek nexweşiyan re baş e.”

Li gorî lêkolînên hatine kirin germavên Çermûgê stres, nexweşiyên çerm, nexweşiyên jinan, helîna hestî û nexweşiyên derûnî re ango bi tevahî ji 14 cûre nexweşiyan re baş tê û yek ji rêyek alternatif a çareserkirna wan nexweşiyan e.

Masorê bi navê Eyup Arslan jî wiha got:

Ev heriya Çermûgê ye. Ji bo nexweşiyan baş e. Ji bo bêhntengiyê, ji bo nexweşiya fitiqa piştê û fitiqa stû re gelekî baş e. Em pêşniyar dikin, gelekî baş e.”

Li gorî efsaneyek berbelav nexweşeyeke giran a qîza qiralê Ecem Melîke Belqis hebûye ku bi xêra germavên Çermûgê ew gihiştîye tenduristiya xwe.

Ji ber wê efsaneyê jî her sal di meha hezîranê de,  ji bo danasîna germavên Çermûgê festîvala Melîke Belqîsê ya germavan tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst