Qehweya Kizwanan li Yekîtiya Ewropayê hat tomarkirin

02-12-2024
RÛDAW
Nîşan Qehweya Kizwanan Qehweya Kurdî Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê ragihand ku qehweya kizwanan a parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê ji Yekîtiya Ewropayê nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye.

Qehweya Kizwanan di heman demê de wekî Qehweya Kurdî jî tê zanîn.

Serokê Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyê (TOBB) Rifat Hîsarciklioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de peyamek belav kir.

Hîsarciklioglu di peyama xwe de da zanîn ku qehweya kizwanan a Dîlokê 29emîn berhem e ku ji Yekîtiya Ewropayê nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye.

Her wiha Hîsarciklioglu diyar kir ku pêvajoya kar û xebatên wergirtina 66 nîşaneyên din ên erdnîgariyê û 6 berhemên xwemalî-kevneşop berdewam in.

Kizwan berhemeke ji malbata fistiqan e û welatê wê Rojhilata Navîn û Derya Spî ye.

Li Kurdistanê jî li gel qehweya wê çend berhemên din jî jê tên çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst