STENBOL - Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê veguheriye bazara erzaniyê

27-11-2023
Omer Sonmez
Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê
Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê
Nîşan Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê bazara herî mezin a entîkeyan 13 sal in li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê tê sazkirin.

Li semta Bomontiyê, her hefte roja yekşemê Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê tê danîn.

Li ser ji hezarî zêdetir dezgehî nêzîkî 500 esnaf berhemên xwe yên kevnar difiroşin.

Kevinfiroş Bilal Yilmaz anî ziman:

“Karê entîkeyan li ser rûyê erde yek ji karên herî kevnar e. Tiştên nûwaze an amûrên kêm hatine çêkirin jî dibin entîke.

Yanî bazara vî karî heye lê bazara me li gorî beriya pandemiyê di rewşeke xirab de ye.”

Li vê bazarê ku hezkirî, meraqdar, mudawîm û koleksîyonerên taybet her tim seriyekî didinê li ser dezgehan bi sedan cure berhem û amûrên kevnar tên nîşandan.

Salane 100 hezar Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê ziyaret dikin.

“Berhem gelekî biha ne”

Xwendekara zanîngehê Hazal Onenê li ser bazarê got:

“Ez berî çend salan hatibûm vê bazarê lê keça xaltiya min, ji ber ku ev der li Tiktokê berbelav bûbû xwest were vir. Em bi hev re hatin.

Ya rast berhem gelekî biha ne. Her wiha gelek tişt ne entîke ne.”

Li Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê, pirtûkên kevin û dîrokî, kovar, plak, kaset, xalîçe, setên fîncanan û amûrên kevnar hene.

Ji xeynî meraqdaran koleksîyoner li pey plakên taybet û pereyên berê ne. Meriv carinan li rastî kaset, CD û plakên Kurdî jî tê.

Ev bazar gelekî bala kesên biyanî û turîstan jî dikişîne.

Wincentê ku xelkê Şîlîyê ye jî li ser bazarê nêrînên xwe anîn ziman û got:

“Ez ji Şîliyê me. Ez bi hevalekî xwe re hatim. Ji bo ku tiştên kevnar bibînin em hatin vê derê.

Li Stenbolê li vê bazarê gelek tiştên balkêş hene. Ev der xweş e.”

Bazara ku ji bo peydakirina berhemên entîke cihekî nûwaze ye, di salên dawî de ji ber rewşa aboriyê kalîteya wê daketiye.

Hem profîla kesên ku tên hem jî profîla esnafan guheriye.

“Ji ber krîza aboriyê vediguhere bazara erzaniyê”

Serokê Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê Zafer Makara jî anî ziman:

“Dîroknas, hunermend, koleksiyoner û gelek kes her tim tên vir lê ya rast bazar ji aliyê naverok û kalîteyê ve hinekî xirab bûye.

Lewma bazara entîkeyan ji ber krîza aboriyê vediguhere bazara erzaniyê.”

Esnafên Bazara Entîkeyan a Ferîkoyê, dixwazin ev bazar wek bazara entîkeyan bimîne û çanda xwe ya berê biparêze.

Kevinfiroş dibêjin, heta dinya ava be dê her daîm bazara entîkeyan û tiştên kevnar berdewam hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst