Hewlêr (Rûdaw) – Dayikek û du keçên wê li Silêmaniyê bi hev re karê dîzayn û nimayişkirina cilûbergan dikin, cilûbergên wan tenê cilûbergên Kurdî ne û bi destên xwe wan cilûbergan didirûn û makîneya dirûmanê bi kar nahînin.
Jina bi navê Hewar ku dayika Lawîn û Larîn e, dibêje, bo dîzayn û dirûna her cilûbergeke kurdî nêzîkî 10 roja dem pêwîst e, derbarê nirxên wan cilûbergan de jî dibêje, nirxê firotina wan cilûbergên kurdî yên jinan di navbera 100 heta 2000 dolarî de ye.
Hewar Mihemed a temen 46 salî di hevpeyvîneke kurt de li gel Rûdawê behsa karên xwe û du keçên xwe dike û dibêje: “Zêdetirî 15 salan e ku karê dîzayn û dirûnê dizanim, lê belê dema heşt salen e ku min dest bi wî karî kiriye, li gel keçên xwe bi hev re em dîzaynê dikin, piştre em didirûn. Gelek xelk ji karê me razî ne û em jî ji kar û hunera xwe hez dikin, bi dil û can em dixebitin.”
Lavîn ku keça mezin a Hewarê ye û temenê wê 26 salî ye, fakulteya qanûnê bi dawî kiriye û karê parêzeriyê jî dike. Lavîn dibêje: “Dayika me zêdetir karê dirûtinê dike, çimku heta ku em li zanîngehê bûn, me dixwand, niha ku min zanîngeh bi dawî kiriye, ji bilî vî karî, ez karê parêzeriyê jî dikim.”
Derbarê dema pêwîst bo dirûna cilûbergên Kurdî yên jinan, Lavîn dibêje: “Bo dîzayn û dirûtina hr cilûbergekê, me pêwîstî bi nêzîkî 10 rojan heye, li goro core parçe (qomaş) û dîzayn û daxwazê ye, roj heye ku di 24 saetan de zêdetirî 20 saetan em mijûlî dirûtinê dibin, ev yek çend caran dubare bûye, bi taybetî bo dayika min ku weke min got, ew zêdetir karê dirûtina cilûbergan dike.”
Larîn keça biçûk a Hewarê ye û li sala 1994 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, xwandina xwe di beşa bazirganî ya Zanîngeha Silêmaniyê de bi dawî kiriye. Larîn ji ber bejnbilindiya xwe ku bejna wê zêdetirî 170 cm ye, gelek caran karê modatiyê dike û cilûbergan li xwe dike û nimayiş dike.
Larîn ji Rûdaêw re dibêje: “Dema ku bîrokeya dîzayna cilûbergekê tê hizra me, destpêkê em li ser kaxezekê çê dikin, piştre em her sê kes nêrîna xwe derbarê dîzaynê de vedibêjin, herî dawî jî em wê dîzaynê dixin ser qomaş û didirûn.”
Rûdawê ji Hewar xanim a dayika Lavîn û Larîn pirsî ku gel obo karê dirûna cilûbergan, we çend makîne hene, lê belê bersiva Hewarê seyr bû. Ew dibêje: “Me ti makîneyên cildirûnê nîne, hemû kar û xebata me bi dest e û cilûberg bi dest tên dirûtin. Bi ti awayekê em makîneyê bi kar nahînin, her ev e sedema serkevtina me.”
Daxwaziyên ji bo cilûbergên kurdî yên jinan û berhemên destê Hewarê û her du keçên wê li gorî demê diguhere. Weke ku ew bi xwe dibêjin: “Bo cejna Newrozê zêdetirî 70 daxwaziyên wan hebûne û wan 70 kiras amade kiriye.”
Lavîn dibêje: “Em gelek westiyan, şeva Newrozê em her sê kes jî kêmtir ji 2 saetan razabûn û bi dehan demjimêran me li ser hev kar kir.”
Lavîn ku zewiciye, derbarê hevkarî û handana di nava malbata wan de ji Rûdawê re dibêje: “Bavê min û hevjîna min gelek hevkariya me dikin bo vî karî, ew ji dirûnê û dîzaynê fêm nakin, lê belê her karekî din, yan her kêşe û her pêwîstiyek çê bibe, hevkariya me dikin. Gelek caran jî ji ber zêdebûna kar em nikarin xwarinê amade bikin, ew çavên xwe li ser wê yekê digirin û ew bi xwe jî weke mezintirîn hevkarî ye.”
Hewar dibêje: “Xewnên me bo vî karî gelek mezin in, em dixwazin di demên pêş de brandeke taybet a cilûbergên Kurdî çê bikin. Herwiha em dixwazin fêrgehekê vekin, daku jinan fêrî dîzayn û dirûna cilûbergên Kurdî bikin, derfetên kar ji jinan re biafirînin û cilûbergên Kurdî wkee cilûbergên resen û netewî bi cîhanê bidin naskirin.”
Hewar behsa nirxên wan cilûbergan dike, ku ew bi destê xwe çê dikin û dibêje, li gorî qomaş û core dirûtinê diguhere û nirxên wan di navbera 100 heta 2000 doalrî de ye.
Derbarê mişteriyan de jî, Hewar Mihemed dide xuyakirin, ku mişterî ji her tiwêjekê hene, lê belê zêdetir malbatên dewlemend ên Kurdistanê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse