600 şikeft ji bo geştiyariyê têne amadekirin

23-07-2017
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Şikeft Geştiyarî Proje
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Xelata navçeya Bedlîsê projeya ku ji bo verastkirina nêzîkî 600 şikeftan hatî amadekirin, gihîşt qonaxa îhaleyê.


Şaredarê Xelatê Mumtaz Çoban destnîşan kir ku xebatên verastkirin û amadekirina nêzîkî 600 şikeftên li kanyona Madavansê û ya Xirabeşehrê dewam dikin.




Mutaz Çoban diyar kir ku di vê çarçoveyê de projeya "Ekotûrîzma Devera Xirabeşehrê" hat amadekirin û herwiha proje ji aliyê Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê ve hat qebûlkirin û wiha axivî:


"Proje derket îhaleyê. Li vir şikeftên me yên 6 hezar salî hene. Anku li navçeya me nimûneyeke Kapadokyayê heye. Armanca me ew e ku ev der di kurtedemekê de bibe devereke tûrîzmê."





Çoban bal kişand ku qedera 50 milyon lîre dê li projeyê bê xerckirin û wiha domand: "Li deverê emê girên temaşeyê ku însan wê bikaribin lê bêhna xwe vedin, navenda rihetbûnê ku dê ji malên bûngalov pêk were, parkûrên meşê, kafe,  restoran û navenda rawestînê saz bikin. Kesên ku werin vir dê ligel rênîşandana rêber 20 kîlomêtro bimeşin û herwiha dê di hundirê şikeftan de jî bêhna xwe vedin." (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst