Muzîkjenên Efxanistanê ji neçarî dest ji karê xwe berdidin

23-03-2022
RÛDAW
Nedîm Bexş li mala xwe li Kabûlê distrê
Nedîm Bexş li mala xwe li Kabûlê distrê
Nîşan Muzîkjenên Efxanistanê Nedîm Bexş Talîban Muzîk Îslam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşê herî zêde yê muzîkjenên Efxanistanê dest ji karê xwe berdan û dahata xwe ji dest dan. Xwedî dikanên muzîkê jî pîşeya xwe guhertin.

Nedîm Bexş li mala xwe li Kabûlê distrê. Nebî Bexş ê birayê wî jî, behsa civîna xwe li gel berdevkê Talîbanê dike, ji bo rê bide wan bo jenîna amûrên muzîkê.

Nebî Bexiş, Muzîkjen, dibêje, “Hejmareke hunermend civiyan û çûn ba berêz Zebîhullah Mucahid. Bixêrhatineke baş li wan kir û rêzeke zêde li wan girt, lê tekezî li tiştekî tenê kir ku muzîk di ola Islamê de rê pê nayê dayîn. Got jî muzîk niha li vî welatî qedexe ye.”

Biryara Talîbanê bandora wê li ser jiyana zêde  kesên wek Nedîm hebû, ku gelek caran di helkeftên kultûrî de stran digotin.

Dengbêjan çavkaniya sereke ya dahata xwe ji dest dan û xwedî dikanên muzîkê jî pîşeya xwe guhertin.

Ibrahîm Fazil, Xwedî Firoşgeha Amûrên Muzîkê, dibêje, “Dikanên muzîkê hatin girtin, û em jî bêkar bûne, berê karê min çakkirina amûrên muzîkê bû, her ku ahenga bûk û zava hebûya wan muzîk dijenandin û piştre min amûrên wan çakdikirin û li beramber jî min pere werdigirtin, lê niha ew kar nemaye..”

Tebaxa borî Talîbanê Kabûl kontrol kir, biryarên wan bandoreke zêde li ser awayê jiyana xelkê hebû, ew awayê ku zêdeyî 20 salan bi hebûna hêzên navdewletî li gel wan xwe dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst