Li Amedê nexweşxaneyeke taybet a ajelan hat vekirin

10-12-2023
Abdulselam Akinci
Nexweşxaneya taybet a ajelan 24 saetan vekiriye / Wêne: Rûdaw
Nexweşxaneya taybet a ajelan 24 saetan vekiriye / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nexweşxaneya Boncuk Amed Ajel
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Amedê bi 30 milyon lireyî nexweşxaneyeke taybet a ajelan hat vekirin.

Ew nexweşxane li Amed û Bakurê Kurdistanê tekane nexweşxaneya taybet a ajelan e.

Di bin banê nexweşxaneyê de ji servîsa lezgîn bigirin heta beşa jinekolojiyê, navenda welidandinê û neştergerî hene.

Herwiha beşeke taybet a kuaforiyê jî heye ku ajelhez dikarin pisîk, kûçik û çûkên xwe bibin wê navenda bedewiyê û xizmetê bistînin.

24 saetan vekiriye

Li nexweşxane 7 beytar hene û her roj 24 saetan vekiriye.

Xwediyê nexweşxaneyê Mustafa Boncuk bere wê nexweşxaneyê veke dikaneke wî ya firotina ajelan hebûye.

Pişt re wî biryar daye nexweşxaneya taybet a ajelan veke.

Milyonek û 35 hezar dolar hatin xerckirin

Wî 30 milyon lîreyên Tirkî ango milyonek û 35 hezar dolarên Amerîkî xerc kirine û ew nexweşxaneya taybet vekiriye.

Xwediyê Nexweşxaneyê Boncukê, Petê Mustafa Boncuk ji Rûdawê re got:

“Ez bi xwe ne doktor im. Ez ji heywana pir hez dikim. Min lêkolîn kir û min dît ku li vir nexweşxaneyeke taybet nîne.

Li hêrmêma me û Amedê jî xizmeteke wisa nebû. Me got bila xizmeteke wiha ji bo heywanên me jî hebe û bila rehet rehet tedawiya wan bê kirin. Armanca me ev bû.”

Nexweşxane çend roj berê vebûye. Bihayên pişkînîn û tedawiyê yê ku ji aliyê odeya beytaran ve hatine diyarkirin li wir jî derbasdar in.

Li gorî yekê muayeneya ewil a ajelan 100 lîre ye û li gorî tedawî û pişkinînan jî biha diguhere.

Ji bo ajelên kolanan daşikandin heye

Herwiha ji bo ajelên ku li kolanan dijîn jî ji sedî 25 erzanî heye.

Teknîker Helîn Ozbekê jî diyar kir ku ew ji bo xelkê Amedê xebateke baş e û got:

“Bi taybet jî ev nexweşxane ji bo xwediyên pisîk û kuçîkên nexweş gelekî baş e.”

Li nexweşxaneyê servîsa lezgîn, endoskopî, laboratuvar, radyografi, beşa tedawiya fizîkî, beşa ortopediyê, beşa cerrahiya giştî, nexweşiyên hinavan, navenda welidandinê, beşa jinekoljiyê, unîteya çevdêriya hûr û neştergerî bi hev re di xizmeta ajelan de ne.

Ajelhez Dîlara Laçînê jî got, “Mîla pisîkeke 2 salî û 8 mehî ye. Pisîkeke gelekî xweşik û bêdeng e. Carekê bû dê û pênc çêlîkên wê çêbûn.

Me ji bo derziyê anî vir. Me got em vir jî bibinin ka cîhekî çawa ye. Cîhekî gelekî paqij û xweş e.

Hekîmên me jî gelekî eleqeder in. Me vaksîn kir, hinek xirecir kir lê problemek tune.”

Li nexweşxaneyê 7 beytar dixebitin. Li nexweşxaneyê pêkan e ku 110 pisîk û 70 kûçik bi hev re werin tedawîkirin û li nexweşxaneyê werin razandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst