Parêzereke Kurd hezkirên longboardê perwerde dike

09-03-2024
RÛDAW
Jîkal Hesen li Hamburgê bû şampiyon
Jîkal Hesen li Hamburgê bû şampiyon
Nîşan Jîkal Hesen Longboard Almanya Diyaspora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzera Kurd Jîkel Hesena ku li Almanyayê dijî, ji bo perwerdeya dildarên werzişa longboardê akademiyek vekiriye.

Jîkel Hesen bi eslê xwe ji bajarê Silêmaniyê ye û sala 1996an tevî malbata xwe koçî bajarê Hanoverê yê Almanyayê kiriye.

Jîkel Hesen piştî ku sala 2020an li Berlînê beşa hiqûqê diqedîne dibe parêzer.

Li Hamburgê bû şampiyon

Jîkel Hesen ku di jiyana rojane de xijxijkê (longboard) bi kar tîne, sala 2023yan di Longboard Openê ya Hamburgê de bû şampiyon.

Jîkel Hesenê herwiha akademiyek ji bo hezkiriyên longboardê vekiriye.

Parêzer û werzişvana Kurd Jîkel Hesen bû mêvanê bernameya Rûdawê ya bi navê “Diyaspora”yê ya ku Hêmin Ebdullah pêşkeş dike û behsa kar û xabetên xwe kir.

Jîkel Hesenê got ku "Heta ku laş û qeweta min destûrê bide ez dê bi longboardê re mijûl bibim."

Ji bo kontrola laş yogayê dikin

Jina ciwan diyar kir ku ew ji sala 2021ê û vir ve bi profesyonelî vê werzişê dike û got:

“Em li akademiya xwe tenê longboardê nakin. Herwiha ji bo kontrolkirina laşê xwe em yogayê jî dikin.

Em hereketan dikin û direqisin. Zêdetir jin tevlî dibin.”

Jîkel Hesen vîdeoyên ku di jiyana rojane de dikişîne li ser hesabê xwe yê Instagramê parve dike.

200 hezar şopînerên wê hene

Jîkel Hesenê da zanîn ku niha li ser Instagramê zêdetirî 200 hezar şopînerên wê hene û got:

“Min sala 2020an beşa hiqûqê qedand û heta wê demê li ser medyaya civakî tu parvekirinên min nebûn.

Ji ber ku dersên min zêde bûn, ez pir mijûl dibûm lê piştî ku min dest pê kir, min hesabekî Instagramê vekir û dest bi parvekirina vîdeoyên xwe kir.

Min niha dîplomaya xwe ya hiqûqê çarçove kir û bi dîwêr ve daleqand lê ez dê paşerojê vegerim ser pîşeya xwe.”

“Kurd xwîngerm in”

Jîkel Hesenê diyar kir ku dema ew ji Silêmaniyê çûye Almanyayê 5 salî bûye û wiha domand:

“Çandeke me ya pir xweş heye. Em nêzîkî mirovan in, em xwîngerm in. Alman ne wisa ne.

Dayika min ji bo ku em ziman û çanda xwe ji bîr nekin, gelekî li ser me sekinî.

Herwiha jinên Kurd gelekî jîr û afirîner in. Min ev yek li ba diya xwe jî dît û wê yekê enerjî da min.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst