Serok Barzanî: Herêm di bin metirsiya nearamiyê de ye

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan 2024 Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî sala nû ya gelê Kurdistanê pîroz kir û got, “Herêm bi giştî di bin metirsiya nearamî û krîz, şer û kaosê de ye.”

Serok Barzanî ji bo hatina sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Divê her kes bizane ku mafê gelên herêmê ye ku di nav aramî û aştiyê de bijîn û herêma me êdî tehemûla pirsgirêk, tundûtûjî, teror û nearamiyê nake.”

Serok Barzanî di peyama xwe de behsa çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û got:

“Tê çaverêkirin ku di sala nû de Hikûmeta Federal a Îraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re û pabendbûna bi binemayên destûrî û berjewendiyên gelê Îraqê gavan bavêje.”

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de anî ziman:

“Peyama gelê Kurdistanê jî ji bo hemû aliyan hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye û ev jî baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aramî, aştî û pêşketinê.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî hêvî kir ku sala 2024an bibe sala aramî û bexteweriya hemû welatiyên Îraq û Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst