Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge li ser binkeya leşkerî ya Îranê li Silêmaniyê

31-07-2016
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistan Silêmanî Îran Binkeya leşkerî Milîsên Şîe Şerq El-Ewset
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer red kir, ku ti binkeyeke leşkerî ya Îranê li Silêmaniyê hatibe vekirin, ku hin medyayên Erebî amaje pê kirine.

 

Îro yekşemî rojnameya Şerq El-Ewset a çapa Londonê belav kir, Komara Îslamiya Îranê binkeyeke leşkerî bo rahênan û perwerdeya leşkerî ya milîsên Şîe li sînorê Başûrê Kurdistanê vekiriye.

 

Li gorî vê nûçeyê, Îranê ew navenda leşkerî li parêzgeha Silêmaniyê vekiriye û tê de perwerdeya leşkerî dide milîsên Şîe û wan bo beşdarbûn di şerê kontrolkirina Mûsilê de amade dike.

 

Şerq El-Ewset ji zarê çavkaniyekî ewlehiyê yê Herêma Kurdistanê wiha belav kiriye:

 

“Binkeya leşkerî ya Îranê li nêzîkî sînorê Iraq-Îranê û li parêzgeha Silêmaniyê hatiye vekirin û tê de berpirsên Supaya Pasdaran a Îranê û Hizbullah Lubnanê rahênanên leşkerî bi milîsên Şîe dikin, bo amadekariya operasyona kontrolkirina Mûsilê. Ew yek jî dilgiranî li cem hozên Ereb ên Sunnî çêkiriye, bi taybet derbarê beşdarîkirina Heşda Şeibî di şerê Mûsilê de.”

 

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember belavbûna wan zanyariyan bertek nîşan da û ew zanyarî red kir.

 

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de ew nûçe red kir û ragihand: “Ti binke û navendeke leşkerî ya Îranê be li Silêmaniyê û ne jî li ti cihekê din ê Herêma Kurdistanê nîne.”

 

Yawer herwiha destnîşan kir: “Ew axavtin û zanyariyên derbarê wê yekê tên belavkirin, derew û çêkirî ne. Her kes jî eger rijd e li ser wan zanyariyên nerast, bila bê bigere û pişkinînê bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst