Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên TUIKê sala derbasbûyî herî zêde zarok li bajarên Bakurê Kurdistanê jidayîk bûn. Riha, Şirnex û Sêrt di rêzên pêş de ne.
Rêveberiya Sêrtê ya Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên jidayîkbûna zarokan di sala 2020an de belav kirin.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, sala 2020an li parêzgeha Şirnexê 13 hezar û 446 zarok jidayîk bûn.
Li gor amarên TUIKê rêjeya herî zêde ya jidayîkbûnê bi rêjeya 3.71 li Rihayê hat tomarkirin û di rêza duyem de jî bi rêjeya 3.22 Şirnex hat û Sêrt jî bi rêjeya 2.88 di rêza çarem de cihê xwe girt û Mêrdîn bi rêjeya 2.76 di rêza 6emîn û Êlih bi rêjeya 2.55 di rêza 10emîn de cihê xwe girt.
Herwiha Riha bi rêjeya ji hezarê 28.3 di rêjeya jidayîkbûna zêde ya zarokan de di rêza yekem de û Şirnex jî bi rêja ji hezarê 25.2 di rêza duyem de hatin tomarkirin.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî rêjeya ji dayîkbûnê di sala 2020an de wek 13.3 hat tomarkirin.
Li gor amarên TUIKê li parêzgeha Şirnexê temenê nîvekî yê dayikên ku yekem zarokê wan çê dibe, 25.1 bûye û ev rêje ji bo sernaserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 26.5 bûye.
Rêjeya herî kêm ya jidayîkbûna zarokan jî li bajarê Karabuk ê Tirkiyê hat tomarkirin ku rêje 1.29 bûye û Kutayha û Zonguldak jî bi rêjeya 1.31 di nav rêza bajarên rêjeya jidayîkbûnê lê kêm de cihê xwe girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse