Parêzera Rihayî dema cam paqij dikir ji avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da

31-05-2021
RÛDAW
Nîşan Parêzer Berrîn Akça Riha Cam Paqijkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê parêzereka 23 salê camên mala xwe paqij dikir ji 4 qata avahiyê ket jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Veysel Qaranî ya navçeya Xelîliyeyê li gorî îdîayan parêzera bi navê Berrîn Akça ya 23 salî dema camên mala xwe paqij dikir denga xwe wenda dike û ji 4emîn qata avahiyê dikeve xwarê û giran birîndar bû.

Li ser agahiya kesên derdorê tîmên tendirûstiyê gihîştin cihê bûyerê û li wê derê mudaxaleyî Berrîn Akça kirin.

Piştî mudaxaleya yekemîn ya ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve, Akça bo nexweşxaneyê hat veguhestin û li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê parêzer Berrîn Akça ji bo otopsiyê birin saziya bijîşkiya dadî.

Herwiha polîsan di derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst