AMED - 'Taxa Fileyan' bêyî Ermenan Christmasê pêşwazî dike

30-12-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Taxa Fileyan Amed Christmas
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê tenê 30-40 Ermen mane ku bi dilekî xemgîn pêşwaziya cejna Christmasê dikin lê ew ji Xiristiyanên Katolîk, Ortodoks û Protestan cudatir 6ê Kanûna Paşînê pîroz dikin.

Berî avabûna Komara Tirkiyeyê hejmara Ermenan li Ameda Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran bû lê di nav demê de wan koçî welatên cuda kir û niha tenê 30-40 Ermen li Amedê mane.

Di serdemên berî komarê de taxeke Ermenan li navçeya Sûrê hebû, piştî koça wan ew tax mabû lê di şer û pevçûnên xendekan de ji sedî 90ê wê taxê wêran bû.

Di şer de Dêra Surp Gragos a Ermenan jî di nav de bi sedan berhemên dîrokî jî ji nav çibûn. Dêr û gelek berhem hatin nûjenkirin lê “Taxa Fileyan” êdî nemaye û hejmara “fileyên Amedê” jî 30-40 kes e.

Serokê Weqfa Dêra Surp Gragosê Ergun Ayik jî Ermenekî ji “Taxa Fileyan” a Sûra Amedê ye.

Ew hîn 8 salî bûye bavê wî koç kiriye û ew çûne Stenbolê. Piştî şer û pevçûnên xendeqan ew ji bo restorasyona Dêra Surp Gragos vegeriyaye Amedê û êdî nema dixwaze vegere.

“Bav û kalên min kedeke mezin da vê axê”

Serokê Weqfa Dêra Surp Gragosê Ergun Ayik anî ziman:

“Wekî hûn dizanin Christmas yanî Noela 25ê Kanûna Pêşînê ya Xiristîyanên Katolîk e. Ya me Ermenan di 6ê Kanûna Paşînê de tê pîrozkirin.

Ez li vir ji dayik bûm, bav û kalên min kedeke mezin da vê axê lê niha nebûna wan gelekî zêde tê hîskirin.

Tabî ti kes bi dilxwazî ji vir neçû. Ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe ev ax terikandin.”

Di şer û pevçûnên xendeqan de ji sedî 90ê “Taxa Fileyan” wêran bûbû.

Niha li şûna avahiyên ku bîranînên bi sedan salan ên Ermen, Suryan û Kurdan lê hebûn avahiyên nû hatine lêkirin û rengê taxê yê berê bi giştî guheriye.

Wate “fileh” çûbûn tax mabû, tax jî ji nav çûye niha êdî tenê bîranîn cîrantiya hev dikin.

“Ne tax ma, ne jî fileh man, tiştek nemaye”

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragos Gafûr Ohanyan jî got:

“Taxa fileyan ji bo Ermeniyan her tişt bû. Her tiştê wan bûn. Yanî em bejin wê çaxê çend Ermenî hebûn gişt li vê taxê bûn.

Jiyan li vê dere bû, tîcaret li vê dere bû, kilîse tev li vê dere bûn. Welhasil tax taxa fileyan bû, heqet jî taxa fileyan bû.

Ji ber ku her tişt liv ir bû. Tev bi hev re bûn. Ji bo rojên xweş jî, cenazeyek ba jî bi hev re bûn. Di şînekê, şahiyekê de tev bi hev re bûn.

Ji ber wê ew avantaja taxê hêbû lê niha ne tax ma, ne jî fileh man, tiştek nemaye.”

Li navçeya Sûrê ji 697 avahiyên ku tomara wan a dîrokî hebûn 89 jê bûbûn qurbaniyê şer û pevçûnên xendeqan.

Beşek ji wan berhemên dîrokî jî li “Taxa Fileyan” e. Niha li aliyekî ew berhemên zererdîtî tên nûjenkirin li aliyekî din jî bi rengê xwe yê nû “Taxa Fileyan” a bê “fileh” maye ku pêşwaziya cejna Noelê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst