Zêdeyî 4 mehan e ava Wêstgeha Elokê ya Hesekê hatiye qutkirin

30-12-2022
RÛDAW
Zêdeyî 4 mehan e ava Wêstgeha Elokê ya Hesekê hatiye qutkirin
Zêdeyî 4 mehan e ava Wêstgeha Elokê ya Hesekê hatiye qutkirin
Nîşan Wêstgeha Elokê Heseke Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev zêdeyî 4 mehan e ku ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê hatiye qutkirin û di rewşeke zêde xirab de dijîn.

Ji dema ku artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê Serê Kaniyê di Cotmeha 2019an de dagir kirine ava Wêstgeha Elokê berdewamî li ser bajarê Heseke tê qutkirin.

Xelkê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê, zêdeyî 4 mehan dibe ji ber qutkirina ava Wêstgeha Elokê ji aliyê artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve li navçeya Serê Kaniyê di rewşeke zêde xirab de dijîn.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco anî ziman, “Li tevahiya Heseke ya zêdetirî milyonek kes tê de dijîn ava vexwarinê ji aliyê Tirkiye ya dagirker û çeteyên bi ser wê ve hatiye qutkirin. Tirkiye carinan ku dezgehên mirovahiyê tên serdana bajarê dagirkirî yê Serê Kaniyê dikin û dema bi saziyên peywendîdar re li ser avê nîqaş dikin hinek hincetên ku dûrî rastiyê ne dixe pêşberî Rêveberiya Xweser.”

Di vê derbarê de, Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê çend caran name ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên peywendîdar re derbarê qutkirina ava Wêstgeha Elokê ji aliyê Tirkiye ve şandine. Di nameyên hikûmeta Sûriyê de hatiye, qutkirina ava Wêstgeha Elokê li ser xelkê bajarê Heseke ji aliyê Tirkiye ve wek tawana cengê tê hijmartin.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco got, “Li gorî beşa tenduristiyê Heyva Sor a ku di  kampan de kar dike kolera ya ku herî dawî derketiye, nexweşiyên di mîdeyê de derdikevin ji ber wê ava ku vedixwin bi temamî nehatiye kontrolkirin e, herî zêde zarok jê zirarê dibînin.”

Ji dema ku artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê Serê Kaniyê di Cotmeha 2019ê de dagîr kirine ava Sentrala Ellok berdewamî li ser bajarê Heseke tê qutkirin. Tevî navbênkariya hêzên Rûsyayê li Sûriyê daku av li ser xelkê sivîl neyê qutkirin lê ev cara 30 ye ava Wêstgeha Elokê li ser zêdeyî yek milyon kes li bajarê Heseke û derdorê ji aliyê hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ve tê qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst