Êrîşên DAIŞê li sînorê Germiyan zêde dibin

30-11-2019
RÛDAW
Metirsiya êrîşên DAIŞê li Germiyan heye
Metirsiya êrîşên DAIŞê li Germiyan heye
Nîşan Germiyan DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Ev nêzîkî du salan e şehîdbûna pêşmerge, asayîş û xelkê Naşûrê Kurdistanê û herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê DAIŞê ve kêmtir tê dîtin. Lê zêdebûna êrişên DAIŞê bi taybetî li sînorê Germiyan amajeyê bi zengilkekî metirsîdar dide.

Li bajarokê Kuleco yê ser bi Qezaya Kifriye li sînorê Germaiyan êvara roja Înê, çekdarên DAIŞê êrîşî vê navçeyê kirin û piştî rûbirûbûnê Rêveberê Piştîvanîtiya Asayîşa Kuleco û du karmendên asayîşê şehîd bûn.

Tevgera nihênî û êrîşên plankirî yên DAIŞê, nîgeranî li ba xelkê û aliyên ewlekariyê li pey xwe anî.

Li sînorê navbera Iraq û Sûriyê, ku dirêjahî 600 kîlometre zêdetir li xwe digire, ew navçe di demek nêzîk de tevgera DAIŞê tê de zêde bûye, ew jî piştî ku operasyonan bo ser DAIŞê ji aliyê şervanên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî destpê kiriye.

Nîgeraniyên Ewropayê jî di van çend hefteyên borî de wek 24 demjimêrên vê dawiyê zêdenebûne.

Bo vê yekê jî berpirsên Brîtanya biryar dan, ku hêzên ewlekariyê li bajaran belav bikin, daku aramî û tenahiyê bo welatiyan peyda bikin

Li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê kesek bi navê Osman Xan bi kêrê êrişî xelkê kiriye û du kes kuştin û sê kesên din jî birîndarkirin û piştre xwe kuşt.

Osman Xan di sala 2012ê de jî bi plandanîna teqndina borseya Londonê hat tometbarkirin û girtin, û niha jî hinek guman di wî warî de li ser hene, ku doh tişta kiriye wek heyfhilanîna kuştina Bexdadî bû.

Komisyarê Polîsê London Ciriseda Dick dibêje: “Di çend rojên bê de polîsên zêde li nav cadeyan tên dîtin. Bi çek û bê çek. Li ser cadeyan digerin û çavdêriyê dikin, heta ku ew kesên nîgeran in wan piştrast bikin, herwiha lêkolerên navenda hevbeş a dijî terorê jî berdewamî li ser vî mijarî kar dikin.”

Herwiha li bajarê Lehay ê Holandayê hevawayê bajarê Londonê, kesekî bi kêrê êrîşî xelkê kir û di encam de sê kes birîndar bûn.

Berdevka Polîsê Denhakê Mariya Kawper jî got: “Her sê birîndar genc in. Ew niha li nexweşxaneyê ne û tên dermankirin. Em jî heta niha li pey êrîşker digerin û hêvîdar in zû wî bibînin.”

Di navbera salên 2015ê û 2018ê de hejmara qurbaniyên êrîşên DAIŞê li Ewropayê di daketinê de bû. Ji 150 kesan bo 13 kesan daketibû, lê ligel xweverêkxistina DAIŞê, dibe ku ew hijmar careka din ber bi zêdebûnê ve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst