YNKê li Raperînê û Yekgirtû jî li Helebceyê serkevtina xwe ragihand

30-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê YNK Helebce Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo sînorê birêveberiya Raperînê diyar kir, di hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê de ew li wê herêmê serkevtiye û bûye yekem.Yekgirtû jî dibêje, wan li Helebceyê dengên herî zêde wergirtine û bûye partiya yekem.


Li gorî ragihandinên YNKê di dengdana giştî de wan rêjeya herî zêde ya dengên dengderan bi dest xistiye û dibêje: “Me li ser sînorê birêvebiriya Raperînê 92 hezar deng bi dest xistine û bi vê yekê YNK di nav birêveberiya Raperînê de ketiye pêş hemû partiyên din û bûye yekemîn.”


Herwiha televîzyona Spêde reşa Yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê ragihand, ku ew li Helebceyê bûye yekemîn û karîbûn li tevahiya binkeyan piraniya dengên dengderên li parêzgehê bi dext bixin.


Îro yekşemê (30-9-2018) hilbijartina giştî ya xulî pêncem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû.


Hejmara beşdariyê ya dengderan li Herêma kurdistanê bi vê şêweyê ye: Li Hewlêrê 638 hezar û 604 kes, li Silêmaniyê 487 hezar û 947 kez, li Duhokê 419 hezar û 556 kes û li Helebce jî 39 hezar û 676 kes beşdarî hilibijartinê bûn.


Hejmara tevahî ya beşdarîbûnê li her 4 parêzgehên Kurdistanê milyon û 585 hezar û 783 kes e. Ji bo bidesxistina her kursiyekê pêwîstî bi 15 hezar û 858 dengdan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst