Hevyva Sor li Kobanî nexweşxane vekir

30-09-2016
RÛDAW
Kobanî
Kobanî
Nîşan Kobanî Nexweşxane
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Bi alîkariya Rêxistina Bizîşikên Bê Sînor, Heyva Sor a Kurd li Kobanî nexweşxaneyek vekir.

 

Nexweşxaneya ku li Kobanî hatiye vekirin bê beranber kar dike, dê 24 saetan pêşwaziya nexweşan bike û 2 odeyên emelyatan têde heye.

 

Derbarê mijarê de Rêvebirê Beşa Hawarçûnê Doxtor Dilxwaz Eto got:

 

“Di nexweşxaneya me de hemû beşên navxwe, zarokan û nîştergiriyê hene. Herwiha 2 odeyên emeliyatan jî hene. Ji ber ku alav û pizîşkên emeliyatê nînin me hîn ev beş bikar neaniye. Ev yekem nexweşxaneye ku xizmetên xwe bê beranber pêşkêş dike. Berê nexweşxaneyeke taybet û yeka leşkerî hebû, dê ev nexweşxane pir alîkariya xelkê bike.”

 

Rêxistina Bizîşkên Bê Sînor hemû alavên pêwîst jibo vê nexweşxaneyê peyda kiriye, lê beşa jinan li vê nexweşxaneyê tine ye.

 

Rêveberê Nexweşxaneyê Dr. Elî Mele Îsa jî got:

 

“Hemû alavên dermankirinê li cem hene û emê xizmeta welatiyên xwe bikin."

 

Beşa zarokan a nexweşxaneyê pêşwaziya zarokan dike, derman jî di nava nexweşxaneyê de bê beranber tê dayîn.

 

Dr. Orhan Cemo di vê derbarê de dibêje;

 

“Ev nexweşxane di 29ê Îlonê de vebû. Beşa zarokan amadeye û her tişt têde ye û em dikarin pêşwaziya zarokan bikin.”

 

Di şerê DAIŞ de, nexweşxane û navendên tendirûstiyê wêran bibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst