Cemîl Diyarbekirlî: Dibistanên Suryanî xeta sor in

30-08-2018
RÛDAW
Cemîl Diyarbekirlî  derbarê xwepêşandanên Xiristiyanan de daxuyanî da
Cemîl Diyarbekirlî derbarê xwepêşandanên Xiristiyanan de daxuyanî da
Nîşan Cemîl Diyarbekirlî Rojavayê Kurdistanê Xwepêşandan Xiristiyan Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî, derbarê pirsgirêk û xwepêşandanên Suryanan û girtina dibistanên wan li Rojavayê Kurdistanê de ragihand: “Xwepêşandan nameyek bû, ji civaka xiristiyanî ku ew li dijî wan lîstikanin ku li hember wan têne kirin.”

 

Derbarê çalakiyên Xiristiyanan  ên li bajarê Qamişlo li dijî rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser de Berpirsê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Rûdawê re got: “Dibistanên Suryanî weke kenîseyan in, xetên sor in û nabe desthilat wek defakto xwe nêzîkî pirsa xwendina wan bike û ew dê desthilata bi zorê jî qebûl nakin.”


Cemîl Diyarbekirlî  anî ziman ku xwepêşandan nameyek bû, ji civaka xiristiyanî, li bajarê Qamişlo, ji bo ku bêje; êdî bes e.


Di berdwamiya axaftina xwe de Diyarberkirî got: “Paşeroj ne diyar e. Niha jî, ne diyar e dê ber bi kû derê ve here. Herwiha bi siberojê tê lîstin. Ev name bû. Dibistanên Xiriystiyanî li Qamişlo hêleke sor in, weke kenîseyan. Diyar e aliyê ku navçeyê birêve dibe, yan jî desthilata defakto, dixwaze hebûna xiristiyanan ji nav bibe û gefan lê bike. Xelkê jî hest bi vê metirsiyê kir, êdî derketin ji bo ku gotina xwe bêjin: Bes e. Dibistanên me weke kenîseyan hêla sor in.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst