Li Êlihê polîsan bi ser avahiya HDPê de girtin: Hevserok hatin desteserkirin

30-05-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Hêzên polîs ên Tirkiyê bi ser avahiya HDPê ya li Êlihê de girtin. Wêne: IHA
Hêzên polîs ên Tirkiyê bi ser avahiya HDPê ya li Êlihê de girtin. Wêne: IHA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Êlih HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtin û desteserkirina berpirs û rayedarên HDPê berdewam e. Polîsan bi ser avahiya HDPê ya li Êlihê de girtin û hevserokên rêxistina bajêr Omer Kulpu û Fatma Ablay hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, şeva bihorî polîsan bi ser avahiya rêxistina parêzgeha Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin.

Hat ragihandin, hêzên polîs bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Êlihê avêtine ser avahiya HDPê ya li wî bajarî.

Li gor îdîayên hatine belavkirin hinceta operasyonê ew bû ku posterê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li hundirê avahiya HDPê ya li Êlihê daleqandî ye û ji derve jî tê xuyakirin.

Di dema lêgerîna polîsan de parlamenterên HDPê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Turyakî û Dr. Nejdet Îpekyuz jî li wê derê bûn.

Di dema biserdegirtinê de derdora avahiya HDPê ji aliyê polîsan ve bi tevahî hatibû dorpêçkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, di lêgerînê de polîsan dest danîne ser wêneyên Abdullah Ocalan, Haki Karar, Sakine Cansiz û hemû materyalên djîtal ên nav avahiyê.

Piştî lêgerîn bi dawî bû, Hevserokên rêxistina bajarê Êlihê Omer Kulpu û Fatma Ablay ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst