Li Perestgeha Lalişê merasîmên çêkirina zeyta zeytûnê birêve diçin

30-03-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Rojane nêzîkî 500 kesan beşdarî rêwresman dibin.
Rojane nêzîkî 500 kesan beşdarî rêwresman dibin.
A+ A-

Laleş (Rûdaw) – Li Perestgeha Lalişê li navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê merasîmên olî bo çêkirina zeyta Zeytûnê birêve diçin. Rêwresmên çêkirina zeytê li perestgeha Laleşê dest pê kiriye û tê de bi dehan jin û mêr ji deverên cuda beşdarî dikin.

Karê Mehsera Zeytê merasîmeke salane ya Kurdên Êzidî ji bo berhemanîna zeyta zeytûnê bi awayê kevn e û jin û zilam têde beşdar dibin.

Her sal di dawiya meha Adarê de yan destpêka meha Nîsanê de, ew merasîma Kurdên Êzidî li Perestgeha Lalişê li navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê tê lidarxistin.

Jin û keç zeytûnan paqij dikin û amade dikin, zilam jî wan zeytûnan dikin zeyt.

Ew merasîm li cem Kurdên Êzidî pîroz e, çimku zeyta zeytûnan ji bo pêxistina çirayên Perestgeha Lalişê tê bikaranîn.

Li gor bîr û baweriyên Kurdên Êzidî, beşdariya di wê rêwresmê de xêr û bereketê tîne. Îsal derdora 30 ton zeytûn hene ku tên guvaştin.

Dayê Şirîn dibêje: “Em têne xilemetê. Behzanî tên, welatî tên, Şingalî tên, xilmeteke xweş e. Xwedê bike her sal Êzidî bi xêr û xweşî bêne vê xilmetê. Xilmea Xwedê û Şêxadiyê û ya Tawusê Melek e, hemû dikin. Mala Mîr tê û çend Êzidî hez bikin tên.”

Piştî amadekrinê zeytûn têne guvaştin,  bi rêka kevn û resen zeyt tê çêkirin,  û ew bi pîrozî wan rewresman dibînin, ji ber ku ew zeyt bo helkirina çirayên pîroz têne bikaranîn.

Welatî Şemo Mehmûd jî dibêje: “Em li vê derê mehserê dikin, em zeyta zetûna çêdikin. Em li Mala Şêxadî danin. Gelek keyfa min tê, baş e, û xweş e. Xilmet xilmeta Mala Şêxadî ye.”

Îsal nêzîkî 30 tonên zeytûnan hene û heta hebin dê karên wan berdewan bin.  

Welatî Amir Mehmûd jî got: “Ev fitîlên xas û milyaketan bi vê zeytê têne gurkirin. Her fitîlekê danin nav filen xasiyê û her nîşaneke xasekî ye û li ser pîroziya wê xelk tê ve xilmetê dike. Ew kesê xilmetê bi dileke paqij bike, li cem Xwedê nivisî ye Xwedê dê miradê wî hasil bike.”

Rojane nêzîkî 500 kesan beşdarî rêwresman dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst