Mêrdîn: Bi guleyan dayika 3 zarokên xwe kuşt!

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, jineke 31 salî bi guleyan hat kuştin.

Ahmet Tahîr Erat (35) ji bo ku zarokên xwe bibîne bangî hevjîna xwe ya berê Zeynep Gul Kuşçuyê (31) kir û di kolanê de gule lê reşandin.

Ahmet Tahîr Erat berî 2 mehan gef li hevjîna xwe ya berê xwarine û xwestiye wê bi TIRê bikuje.

Bûyer 27ê Kanûna Pêşînê, li taxa Yenîşehîrê ya parêzgeha Mêrdînê rû da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku gule li serê Kuşçu ketine û wê canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê Zeynep Gul Kuşçuyê ku dayika 3 zarokan e piştî karûbarên otopsiyê li goristana Kamorê ya li navenda bajêr hat veşartin.

Her sê zarokên Zeynep Gul Kuşçuyê bi Ahmet Tahîr Erat re dijiyan.

Erat bi hinceta ku Kuşçu îxanet lê kiriye rê nedida ku zarokên xwe bibîne.

Lewra roja bûyerê Erat bangî Kuşçuyê kir û got, “Were zarokên xwe bibîne.”

Tawanbar Erat li kolanê gule li hevjîna xwe ya berê reşandin û ew kuşt.

Erat piştî îfadeyê bi tawana “kuştina bi qest” hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Ahmet Tahîr Erat di îfadeya xwe de îdia kir ku Zeynep Gul Kuşçu îxanetê lê kiriye.

Erat ji ber gef û zextên ku li Kuşçuyê kirine 2 caran cezayê dûrxistinê girtibû.

Piştî girtina Ahmet Tahîr Erat her sê zarokên wan niha di bin parastina dewletê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst